Li Eyn Îsayê kesên nenas bombe avêtin malên sivîlan

Li navçeya Eyn Îsayê kesên ne diyar du bombe avêtin malên sivîlan û du erebeyên leşkerên rejîmê şewitandin, li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn da destpêkirin.

Li Eyn Îsayê kesên nenas bombe avêtin malên sivîlan
Li Eyn Îsayê kesên nenas bombe avêtin malên sivîlan
Li Eyn Îsayê kesên nenas bombe avêtin malên sivîlan
17 nîsan, 2020   05:49
EYN ÎSA

Saet derdora 01:00‘an kesên ne diyar li navçeya Eyn Îsayê du bomeyên destan avêtin malên sivîlan. Ji wan bombeyan yek neteqiya, lê ziyanên mirovî çênebûn.

Li aliyekî din jî du erebeyên leşkerên rejîma Sûriyê ji aliyê kesên ne diyar ve hatin şewitandin.

Ji ber van herdu bûyeran Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn da destpêkirin.

ANHA