‘Tirkiye qanûnên navdewletî yên girêdayê girtiyan binpê dike‘

“Dewleta Tirk a dagirker ku rewşa tenduristiya girtiyan eşkere nake, qanûnên navdewletî yên girêdayî girtiyan binpê dike.”

‘Tirkiye qanûnên navdewletî yên girêdayê girtiyan binpê dike‘
17 nîsan, 2020   05:24
KOBANÊ

Bi belavbûna Koronavîrusê li cîhanê re ku heta niha nehatiye kontrolkirin li Tirkiyê jî zêdeyî hezar û 500 kes bi vîrusê mirine û bi hezaran jî nexweş in.

Ya ku rewşa li Tirkiyê girêktir dike, belavbûna vîrusê li girtîgehan e. Desthilatdariya Tirkiyê li ser navê wezîrê dadê roja Duşemê ragihandibû ku 17 girtî di 5 girtîgehan de bi vîrusê ketine, 3 jî mirine. Lê dewleta Tirk behsa rûdanên di hundirê girtîgehan de nake.

Li aliyekî din desthilata Tirkiyê qanûneke derxist. Li gorî wî hejmarek mezin a girtiyên sûcên mirovî, bê exlaqî, dizî kirine, kesên mafya ne serbest berdan, lê girtiyên siyasî û muxalifên li dijî Erdogan di nava biryarê de cih nagirin.

Ta niha hikûmetê rewşa girtiyan, bi taybet girtiyên di girtîgehên gireva Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan û hin girtiyên din tê de ne eşkere nake û daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzeran red dike.

Girêdayî mijarê, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Leyla Ebdo got: "Rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ku banga azadî û mafan dikin, di nav de girtîgeha Îmraliyê ne diyar e."

Leyla bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin û rewşa girtiyên ku dewleta Tirk a dagirker mafên wan binpê dike eşkere bikin. Divê dewleta tirk bihêle bijîşk û xizmên wan serdanê bikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Ehmed Nebo jî anî ziman ku girtîgehên Tirkiyê ji ber ku tijî kesên bê sûc in wek dojehê tên naskirin.

Tirkiye di nava dewletên pêşîn  yên ku mafên mirovan, azadiyan nêrîn û qanûnên navdewletî yên girêdayî girtiyan binpê dike. Piştî derbeya 2016‘an hejmara girtiyan 150 hezar derbas kir, çarenûsa piraniya wan ne diyar e.

Di warê belavbûna vîrûsa nû (Korona) Tirkiye di rêza 7 an de ye. Hejmara kesên bi vîrusê ketine gihişt zêdeyî 62 hezarî.

Nebo bi bîr xist ku Tirkiyê bi deh hezaran sûcdar berdan û girtiyên siyasî ku di nav de Rêber Abdullah Ocalan jî heye hiştin.

Nebo di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez destwerdanê bike û girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ku ji ber vîrusê di xeteriyê de ne, biparêzin.

ANHA