Piştî bihabûnê şênî sebzeyan li malên xwe diçînin

Piştî qedexeya derketina derve ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ferzkirin, kel û pel biha bûn. Şênî li hemberî vê tiştê li malen xwe sebzeyan diçînin.

Piştî bihabûnê şênî sebzeyan li malên xwe diçînin
Piştî bihabûnê şênî sebzeyan li malên xwe diçînin
Piştî bihabûnê şênî sebzeyan li malên xwe diçînin
17 nîsan, 2020   06:14
HESEKÊ –BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê, sebze û pêdiviyên xwe ji sûkên navçeyê dikirin. Lê ji ber bihabûna di vê dawiyê de çêbûye, hinek şênî neçar man sebze li malên xwe biçînin.

Li gel qedexeya derketina derve wek tedbîreke li dijî belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û ji bo peydakirina pêdiviyên xwe, şêniyên hinek gundewarên navçeya Şedadê dest bi çandina sebzeyên havînê kiriye. Şênî rûberên biçûk li malên xwe diçînin.

Şêniyê bi navê Ibrahîm El-Dexîl bi xwe mamoste ye, dema mayîna li mal bi kar anî û hewşa mala xwe bi rûbera 250 metre çargoşe ajot da ku bi sebzeyên cur bi cur biçîne. El-Dexîl wiha got: "Ez vê demê bi kar tînim, erda di hewşa mala xwe de diçînim. Piştre ez ê komeke sebzeyên havînê mîna firengî, bamî, îsot, xiyar û kundir tê de biçînim."

El-Dexîl îşaret pê kir ku gelek sedeman hişt ku sebzeyan biçînin. Di nav de bihabûna buhayên sebzeyên ku bazirganên Dêrazor û Reqayê tînin sûkan û got: "Bihayê kîloya firengî (bacana sor) gihaşt zêdetirî 700 lîreyên Sûriyê, pîvaz  hezar û 200 lîre derbas kir. Îsota şîn gihatş 2 hezarî. Ji ber vê me dest bi çandina sebzeyan kir."

El-Dexîl bal kişand ser ku ew erdê bi amûrên hêsan bi bêr û tevşo amade dikin û wiha domand: “Em erdê bi rêya bîra di mal de av didin. Xetasên bîran li ser kehrebeyê dixebitin.”

Dewlemendiya axa herêmê û peydabûna ava bîran di nav malan de bi şêniyan re dibe alîkar da ku mîna van projeyên biçûk di malên xwe de bimeşînin. Li herêmê ji ber nêzbûna çemê Xabûr, av bi kûrahiya 10 m derdikeve.

(şx)

ANHA