‘Divê hikûemta Iraq û herêma Kurdistanê li hemberî êrişên Tirkiyê helwestekê nîşan bidin‘

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê (Rustem Cûdî) şermezar kir û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku li hember êrişên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide.

‘Divê hikûemta Iraq û herêma Kurdistanê li hemberî êrişên Tirkiyê helwestekê nîşan bidin‘
16 nîsan, 2020   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê têkildarî êrişa hawayî artêşa Tirk a dagirker a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê (Rustem Cûdî) ku di encamê de 3 jin şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiya Aştiya Demokat a Kurdistanê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a  hovane ya li ser wargeha "Mexmûrê" berdewaa binpêkirinên û sûcên dewleta Tirk û hewldanek ji bo qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha hate diyarkirin ku ev êriş hemwextî aloziya di navbera herdu partiyên kurdî yên sereke yên li Başûrê Kurdistanê de pêk hat û got, ev yek dide diyarkirin ku artêşa Tirk ji naokiyên Kurdî-Kurdî sûdê digire da ku nasnemay Kurdî tune bike.

Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de êrişa li ser wargehê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide.

Her wiha bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe deyinin aliyekî û berjewendiyên giştî li ser yên kesayetekî esas bigirin..

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê bang li cviaka navdewletî kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser wealtên derdorê rawestînin.

ANHA