Sefîrê Rûsya yê li Tirkiyê: Jinûve binavkirin terorîstan xwezaya wan naguhere

Sefîrê Rûsya yê li Şamê Alexander Ivimov destnîşan kir ku jinûve binavkirina terorîstên li Idlibê wê xwezaya wan a terorîstane naguhere. Her wiha diyar kir ku pêwîste hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê bidawî bibe.

Sefîrê Rûsya yê li Tirkiyê: Jinûve binavkirin terorîstan xwezaya wan naguhere
16 nîsan, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Alexander Ivimov di hevdîtinekê de bi ajansa "Novosti" re got: "Em bawer  dikin ku şirîkên me yên Tirk xebatên xwe  yên cudakirina opozîsyona nerm ji terorîstan û girtina girtekan da ku wan tune bike bidomîne. Binavkirina wan bi navên cuda xwezaya wan a terorîstane naguhere."

Alexander Ivimov diyar kir "Hîna komên terorîst Idlibê kontrol dikin. Ev kom jî bi isarare ku tundî û rijandina xwînê bidomînin. Ev tişt jî bi destpêkirina agirbestê re di 6`ê Adarê de li Idlibê xuya bû. Komên terorîst mîna Heyet Tehrîr El-Şam agirbest binpê kirin û lihevkirinên Tirkiyê û Rûsya asteng kirin. Herêmên ewle rojane topbaran kirin û bi dronan êrişî bargeha Himêmîm kirin.

Ivimov destnîşan kir ku xeterî di herêma M4 de ye ya komên terorîst dikin hedef û dewriyên Tirkiyê-Rûsyê yên hevpar asteng dikin û bi zanabûn pirên li wir teqandin.

Ivimov bal kişand ser ku peywendî di navbera Rûsya û Tirkiyê de berdewam in. Her wiha anî ziman ku hebûna Tirkiyê di `Herêmê Bêçek` de demkî ye û di dawiyê de dema wexta wê were, dê jê vekişe.

Têkildarî têkoşîna li dijî koronvîrusê li herêma Idlibê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî Ivimov îşaretpê kir ku kiryarên wan koman vê mijarê asteng dike, bi taybet piştî ku ew kom buroyên Heyva Sor a Sûriyê desteser kirin û  talan kirin.

(şx)