Koalîsyona Navneteweyî: Şerê me yê li dijî DAIŞ`ê berdewam e

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê berdewam e û got, tevî gelek astengiyan di nav de Koronavîrusê ew ê tevahiya jêdarên leşkerî û sivîl biparêze û piştgiriya hêzên hevpar bike.

Koalîsyona Navneteweyî: Şerê me yê li dijî DAIŞ`ê berdewam e
16 nîsan, 2020   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û got: "Îro rêveberên siyasî yên koma biçûk a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê civiyan. Rêveberan carek din destnîşan kirin ku şerê wan ê hevpar li dijî DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê berdewam e û dê armancên hevpar biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê,  rêveberan lihev kirin ku tevî astengiyên ji gelek aliyan ve, di nav de Koronavîrusê, wê zextê li DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê zêde bike. Da ku komên terorîst li Iraq û Sûriyê têk bibin û li hember xeteriya DAIŞ`ê şiyar bin.

Her wiha komê lihev kirin ku girîng e wesîle û jêderên leşkerî û sivîl werin parastin û piştgiriya hêzên hevpar were kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêveberên siyasî lihev kirin ku heger derfetên peyda bibe dê perewerdeya leşkerên dewam bikin ku niha ji ber Koronayê rawestiyaye. Her wiha li ser zêdekirina hemû cûreyên destekdayînê ji bo herêmên rizgarkirî û aramiya wan li hev kirin.

Koalîsyona Navnetewyî ya li dijî DAIŞ‘ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rêvberên siyasî li gel aloziya tenduristî ya global piştgirî û israra xwe  ya ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê rave kirin û li bende ne ku heger derfet peyda bibe di demeke nêzîk de civîna wezîrên Koalîsyona Navnetewyî li Îtalyayê  li dar bixin.

ANHA