Partiyên Kurd ên Rojava: Divê rêveberiya başûr bi berpirsyariya dîrokî kar bike

Partiyên Kurd ên Rojava bi daxuyaniyekê bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kirin ku bi lez dest bi diyalogên navbera Kurdan bikin. Her wiha xwestin ku bi giyana berpirsyariya dîrokî kar bikin da ku planên kirêt ên pergalên dijberî gelê Kurd têk bibin.

Partiyên Kurd ên Rojava: Divê rêveberiya başûr bi berpirsyariya dîrokî kar bike
16 nîsan, 2020   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro partiyên Kurd ên Rojava daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de nameyek ji rêveberiya herêma Kurdistanê re şandin. Tê de bang li hikumetê kirin ku hewl bidin nakokiya ku di navbera PDK û YNK li herêma Zînî Wertê derketiye bidawî bike.

Partiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin bi saya fedekariyên gelê Kurd ên li başûrê Kurdistanê û partiyên kurdistanî piştî ku nakokiyên xwe dan aliyekê, gelê Kurd bi rêya destûrê mafê xwe wek gelek resen li ser axa xwe ya dîrokî li Iraqek federal û demokratîk bidest xist. Lê di vê dawiyê de li herêma Wertê asta nakokiya di navbera PDK û YNK`ê zêde bû.  Partiyan diyar kirin ku ev nakokî wê bandor ne tenê li başûrê Kurdistanê bike lê belê li Rojavayê Kurdistanê jî bandor bike. Sûdkarê tekane ji afirandina vê nakokiyê pergalên Îran û Tirkiyê ne. Êrişên Tirkiyêli dijî herêma Mexmur, Xakurk û Balkaytî di vê çarçoveyê de ne. Lewra êriş ji hêla partiyên kurdisatnî  û tevahiya gelê Kurd ve hatin şermezar kirin.

Partiyan di berdewama daxuyaniyê de bang li rêveberiya herêma Kurdistanê kirin ku bi lez hewl bidin asta nakokiyê kêm bikin û dest bi vedîtina çareseriyan bi rêya diyaloga biratî ji tevahiya dozên nakok re dûrî berjewendiyên partiyetî. Her wiha bi hestek dîrokî bilind kar bikin da ku planên kirêt têk bibin. Bi taybet li gel xeteriyên jinûve birêxistinkirina DAIŞ û hedefgirtina hêzên pêşmerge li gelek cihan û tedbîrên li dijî Koronvîrusê tên girtin.

Her wiha partiyan bang li tevgerên siyasî yên kurdistanî û gel kirin ku rolek erênî di pêkanîna aramiyê de bilizîn. Her wiha bang li dazgehên çapemeniya Kurd kirin ku yekser dev ji hemleyên çapemenî yên neyînî berdin û hewl bidin aramiyê di navbera gel de biweşînin. Banga hevgirtin, yekitî û têkbirina planên hikumeta Tirkiyê û binpêkirinên wê yên hovane li dijî serdestiya Iraqê bikin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Komînist a Kurdistanê

-Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê

-Partiya Demokart a Kurd- Sûriya

-Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê

-Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

-Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyê

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê.

-Partiya Guhertin a Demokrat a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Kedkarên Kurdistanê

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê

-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

-Tevgera Îslah – Sûriya

-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî)

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

-Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê

-Yekitiya Niştimanî ya Azad-Rojava

-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê

-Tevgera Civaka Demokratîk

-Kongreya Star

-Partiya Têkoşîna Demokratîk

-Partiya Komarger a Kurdistanê