​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê di 24 saetan de 3 kes bi virusê ketin

Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir di nava 24 saetan de li seranserê Herêma Kurdistanê tenê 2 kes li Helebçe 1 jî li Silêmaniyê bi Koronayê ketine.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê di 24 saetan de 3 kes bi virusê ketin
16 nîsan, 2020   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarê danayên 24 saetên dawî yên Koronavîrusê (Covid-19) yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin gotin di 24 saetên dawî de li seranserê herêmê  hezar û 302 testên virusê hatine çêkirin, ji vana tenê 3 test pozitif derketin. 2 xuşkên temen 14 û 18 ku ji dayîka xwe vegirtibûn û xelkê Helebçe ne. Her wiha zilamek 24 salî li Silêmaniyê bi virusê ketine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, heya niha li Herêma Kurdistanê 335 kes bi virusê ketine, 227 kes baş bûne, 4 kes mirine û yên din di jêr çavdêriya dixtoran de ne.