Mehmûd Osman: Dewleta Tirk sûdê ji rageşiya li herêma Zînî Wertê digire

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman piştrast kir ku dewleta Tirk sûdê ji rageşiya li herêma Zînî Wertê ya li bakurê parêzgeha Hewlêrê digire.

Mehmûd Osman: Dewleta Tirk sûdê ji rageşiya li herêma Zînî Wertê digire
16 nîsan, 2020   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. Mehmûd Osman ji Rojnewsê re axivî û wiha got: "Nabe ku rageşiyeke leşkerî di navbera hêzên Kurd de li wê herêmê derkeve. Ji ber ku pirsgirêk ne ew qasî mezin e û bi diyalogê çareser dibe."

Mehmûd Osman diyar kir ku pirsgirêk ew e ku PDK û YNK bi PKK’ê re nacivin û wiha got: "Ev tiştekî balkêş e. Ya baş ew e ku li gel hev bicivin."

Siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk ji vê rageşiyê sûdê werdigire û bi domdarî wiha got: "Dewleta Tirk dijminahiya Kurdan li her derê dike û li hemû rêbazên têkbirina Kurdan digere. Aloziya niha li herêma Zînî Wertê rû dide, dewleta Tirk jê sûdê werdigire."

Dr. Mehmûd Osman axaftina  xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîstiya herêma Wertê bi hêza leşkerî tune ye. Ev rewş bandoreke neyînî li jiyana şêniyên herêmê dike, lewra divê di zûtirîn demê de ev pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin."

Ji destpêka vê mehê ve li herêma Zînî Wertê ya li bakurê rojhilatê parêzgeha Hewlêrê di navbera PDK û YNK’ê de rageşî heye. PDK hewl dide hêza xwe li herêmê belav bike ku YNK wek herêma serweriya xwe dihesibîne. Dewleta Tirk jî bi balafirên keşfê çavdêriya rewşê dike û ji roja duşemê ve du car e herêmê bombebaran dike.

(cx)

ANHA