Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrişên li ser Mexmûrê şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrişên li ser Mexmûrê şermezar kirin
16 nîsan, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ku di encamê de 3 jin li wargeha Mexmûrê şehîd bûn, şermezar kir.

Her wiha hate ragihandin ku wan sefîrê Tirkiyê vexwendiye û dê daxuyaniyeke nerazîbûnê pêşkêş bikin.

Kampa Mexmûrê 65 km dikeve başûrê bajarê Hewlêrê û li quntara çiyayê Qereçox ê stratejîk e.

(eh)