Hêzên Iraqê bombebarana balafirên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker a li ser Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) a koçberan şermezar kir.

Hêzên Iraqê bombebarana balafirên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir
16 nîsan, 2020   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê îro bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Em ketina balafirên Tirkiyê ya duh (15`ê Nîsan) ji qada hewayê ya Iraqê re û hedefgirtina kampa koçberan a li nêzî Mexmûrê, şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev yek pîvanên cîrantiyê yên navneteweyî û serweriya Iraqê binpê dike. Ji bo rêzdarî û pabendiya bi berjewendiyên her du welatan re, divê ev binpêkirin bên rawestandin."

Her wiha bang hate kirin ku ev tişt careke din dubare nebe û hat diyarkirin ku Iraq ji bo hevkariyê û kontrolkirina rewşa ewlehiyê li ser sînor, amade ye.

Duh (çarşemê) balafirên artêşa Tirk a dagirker ketin qada hewayî ya Iraqê û Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) ya parêzgeha Nînewayê, bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 jinên kampê şehîd bûn.

(cx)

ANHA