Erebeya bombebarkirî ya çeteyan di destê wan de teqiya

Li gundê Îhras ê Serêkaniyê dema ku çeteyan erebeyeke bombebarkirî amade dikir, erebe di destê wan de teqiya û hate zanîn ku kuştî û birîndar hene.

Erebeya bombebarkirî ya çeteyan di destê wan de teqiya
16 nîsan, 2020   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Îhras ê bi ser bajarokê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê ve îro dema ku erebeyeke bombebarkirî amade dikir, erebe di nava wan de teqiya.

Hate zanîn ku di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene.

ANHA