Parlamenterê Iraqê: Divê hêzên dewleta Tirk ji Iraqê bên derxistin

Endamê parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed bi daxuyaniyekê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê kir û daxwaz ji serokkomarê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku tevahiya hêzên dewleta Tirk ji xaka Iraqê bên derxistin.

Parlamenterê Iraqê: Divê hêzên dewleta Tirk ji Iraqê bên derxistin
16 nîsan, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê parlamentoya Iraqê parlamenter Kawa Mihemed li dijî bombebarana dewleta Tirk a li ser Zînî Wertê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek weşand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Kawa Mihemed di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirinên û bombarananên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê û bombebarankirina wargeha Mexmûrê û Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê.

Kawa Mihemed daxwaz ji serokkomar Berhem Salih û hikûmeta Iraqê kir ku di asta siyasî, dîplomasî û ewlehiyê de gavên lezgîn û cidî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirin û bombebarankirinên dewleta Tirk biavêjin û ji bo parastina serweriya xaka Iraqê hemû hêzên wê ji xaka Iraqê derxin.

ANHA