Li gundê rojhilatê Kobanê dewriyeyeke Rûsya û Tirkiyê bi rê ket

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê li gundên rojhilatê bajarê Kobanê yên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê, dewriyeyeke hevbeş bi artêşa Tirk a dagirker re bi rê xist.

Li gundê rojhilatê Kobanê dewriyeyeke Rûsya û Tirkiyê bi rê ket
16 nîsan, 2020   08:49
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêran û 2 balafirên Rûsyayê pêk hat û beriya  çend kêliyan ji gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanê, bi rê ket.

Tê payîn ku dewriye di gundên "Xerîb, Elîşar, Kortik Şidak, Til Hacib, Qibaciqa Biçûk, Holaqiyê, Êtowêrana jêrîn, Xerab Nas" re  derbas bibe û dîsa li gundê Xerîb raweste.

Meşandina dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya pêkanîna civîna Soçhî ya 22`ê Cotmeha sala borî ya di navbera serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsya Vladimir Pûtîn de, pêk tê.

(cx)

ANHA