​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-4-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-4-2020`AN
16 nîsan, 2020   04:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo di çarçoveya tedbîrên hişyariyê yên li dijî Koronavîrusê de  dest bi hemleya paqijkirin û dezenfektekirinê li navçeya Tirbespiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Kampa Weşûkanî civînek ji hejmarek rêxistinên herêmî û ne fermî re çêdike da ku rêbazên li dijî pandemiya Korona di nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  nîqaş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku pêwîste karkerên ku rojane kar dikin ji xeteriya vegirtina Koronavîrusê bêne parastin, lê ew dibin qurbana paşguhkirina berpirsên werşeyên kar û xwediyên zeviyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên girtiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tevahiya girtiyên siyasî serbest berdin û jiyana wan ji xeteriya Koronavîrusê xilas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

KURDISTAN

 

-Ji ber dorpêça li ser wargeha  Mexmur (Rustem Cudî) hatiye ferzkirin, jiyana hezar kesî nexweş di xeteriyê de ye û pêwîstiya wan bi alîkariyên tenduristî yên lezgîn hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

CIVAK Û JIYAN

 

-Şêniyên Hesekê ji ber tevlihevî û paşguhkirina li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de bi gilî û gazinc in. Şêniyan banga koordîneyê bi Rêveberiya Xweser re kirin. Her wiha spasiya Rêveberiya Xweser kirin ji ber xebatên ku ji welatiyan re pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li ser giliyên şêniyên navçeya Şedadê û gundên girêdayî wê ku miqdara nan kêm e, Komîteya Aborî û Rêveberiya Firinan miqdara ardê ku ji firin re pêşkêş dikin zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

ANHA