Malbatên girtiyên siyasî yên Helebê: Zarokên me ji Koronayê xilas bikin

Malbatên girtiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tevahiya girtiyên siyasî serbest berdin û jiyana zarokên wan ji xeteriya Koronavîrusê xilas bikin.

Malbatên girtiyên siyasî yên Helebê: Zarokên me ji Koronayê xilas bikin
16 nîsan, 2020   04:36
HELEB-ARÊF SILÊMAN

Malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne banga serbestberdana zarokên xwe kirin. Ji ber ku di wan girtîgehan de li gel belavbûna Koronavîrusê jiyana wan di xeteriyê de ye.

Şêniya bi navê Fatme Diwîko dayîka girtiyê bi navê Kemîran Bekir Reşîd ê ku dewleta Tirk ji 27 salan ve  girtiye got: "Kurê min Kemîran beriya 27 salan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin. Niha li girtîgeha Bolu ya li Stenbolê tê girtin. Zulm li dijî girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de tê kirin."

Dayîka Kemîran banga serbestberdana tevahiya girtiyên siyasî kir di serî de Rêber Abdullah Ocalan û got: "Destpêkê em dixwazin serokê me serberst berdin. Tirkiyê biryara serbestberdana tevahiya girtiyên cezayên cur bi cur da. Lê di heman demê de tevahiya girtiyên siyasî di girtîgehan de hiştin. Ev jî metrisiyên me zêde dike ku Tirkiyê bizanabûn Koronavîrusê di girtîgehan de belav dike, da ku ji tevahiya girtiyên siyasî bihinceta Koronavîrusê xilas bibe. "

Dayîka Fatme destnîşan kir ku heta niha binpêkirinên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî berdewam in û wiha domand: "Beriya çend rojan dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrişî girtiyên siyasî yên girtîgeha Batmanê û girtîgehek din li Tirkiyê kir, piştî ku girtî banga serbestberdanê kirin. Piştî wê bûyerê 400 girtiyên siyasî rakirina girtîgeha Amedê."

Dayîka Fatme bang li tevahiya dewletan kir di serî de NY`î û got: "Ez bang li NY û dewletên cîhanê dikim ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tevhiya girtiyên siyasî serbest berdin."

Şêniya bi navê Dîlber Seydo dayîka girtiyê siyasî yê bi navê Mistefa Seydo yê ku ji 25 salan ve di girtîgeha Tukatê de li Tirkiyê tê girtin got: "Ev pandemî li ser jiyana zarokên me xeter e. Divê bi lez serbest werin berdan. Ji ber ku di girtîgehên Tirkiyê de bi hezaran giritiyên siyasî hene. Ew jî jiyana wan hemûyan dixe xeteriyê.

Ez bi kurê xwe Mistefa re axivîm, ji min re got di girtîgehên Tirkiyê de çavdêrî tune ye û tu tedbîr ji bo parastina girtiyên siyasî ji Koronavîrûsê nehatiye girtin. Lewra ez bang li rêxistina mafên mirovan dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabe û zextê li Tirkiyê bike ji bo ku tevahiya girtiyên siyasî serbest berde."

Her wiha Aytan Reşo xwişka girtiyên siyasî Mihemed Reşo yê ku ji 2017`an de hatiye girtin got: "Beriya belavbûna pandemiyê, kurê xwişka min diçûn serdana birayê min dikir û halê wî dipirsî. Lê niha piştî belavbûna vîrusê dewleta Tirk serdanên girtiyan qedexe kir û heta niha em rewşa wî  nizanin."

Aytan wiha pê de çû: "Wek malbatên girtiyên siyasî em bang li rêxistinên mafên hiqûqî û mirovî yên ku ji bo mirovahiya dixebitin kir ku bi lez tevahiya girtiyên siyasî ji girtîgehên Tirkiyê serbest berdin."

(şx)

ANHA