Li Şêrawayê 2 çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li Şêrawa û Mareyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn.

Li Şêrawayê 2 çete hatin kuştin
15 nîsan, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN  

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku di çalakiyên wan ên 11 û 13 Nîsanê de li navçeyên Şêrawa û Mare yên Efrînê 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja 11’ê Nîsanê hêzên me li gundê Basûtê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 13’ê Nîsanê hêzên me li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete bi giranî birîndar bû.”

ANHA