Şaneya Aloziyê: Rewşa 3 kesên biguman ku nexweşên Koronavîrusê ne, piştrast nebûye

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku ew testên tenduristiyê yên pêwîst ji bo 3 rewşên biguman ên Koronavîrusê ku ji Şamê hatibûn, dewam dike. Her wiha diyar kir ku hîna piştrast nebûye ku ew nexweşên Koronavîrusê ne yan na.

Şaneya Aloziyê: Rewşa 3 kesên biguman ku nexweşên Koronavîrusê ne, piştrast nebûye
15 nîsan, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 12`ê Nîsanê de hinek rêwiyan ji paytexta Sûriyê Şamê bi rêya hewayî berê xwe dabû bajarê Qamişloyê. Tîmên tenduristiyê yên girêdayî Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenduristiya rêwiyan kontrol kiribû û nîşaneyên Koronavîrusê li ser 3 kesan xuya kiribû. Li ser vê yekê ew kes şandin cihên karantînayê da ku rewşa wan bê şopandin û testên pêwîst bên kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustafa diyar kir ku Şaneya Aloziyê niha testên pêwîst ji rewşên biguman re çêdike û tedbîrên tenduristiyê yên pêwîst bi rêya cîhaza PCR digire û wiha dewam kir: "Rewşên wan bi guman in. Lê belê hîna tam piştrast nebûye ku bi Koronavîrusê ketine  yan na."

(cx)

ANHA