Macron banga agirbestê li tevahî cîhanê dike

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got wî ji nava 5 dewletên di Meclisa Ewlehiyê de erêkirin ji 3 dewletan girt da ku destekê bidin banga NY`yê ji bo agirbesta li tevahî cîhanê da ku cîhan karibe li pêşiya Koronavîrusê bisekine.

Macron banga agirbestê li tevahî cîhanê dike
15 nîsan, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23`yê Adara derbasbûyî de banga agirbesteke cîhanî kir. Her wiha destnîşan kir ku sîstema tenduristiyê li dewletên ku şer lê heye û tîmên tenduristiyê di şer de têne hedefgirtin, hilweşiyaye.

Macron got serokê Çînê Şî Cînpîng, serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson piştrast kir ku dê destekê bidin banga Guterres.

Serokê Fransayê got ew bi hêvî ye di nava çend saetên pêş de erêkirinê ji serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî bistîne. Macron ji radyoya Fransa ya navneteweyî re wiha got: "Di destpêka vê însiyatîfê de ez bi wî re axivîm. Ez bi wî re n axivîm heta ku min erêkirin ji serokên din girt. Ez ê di nava çend saetên pêş de vê yekê bikim."

Macron wiha anî ziman: "Ez bawer dikim Pûtîn dê erê bike. Roja ku erê bike, em dikarin bi rêya vîdeoyê civînekê li dar bixin û bi şêwazeke fermî, bi hêz û aktîf vê bangê bibêjin."

(bx)