​​​​​​​Zêdetirî 2 milyon kes bi Koronavîrusê ketine

Hejmara kesên li tevahî cîhanê bi Koronavîrusê ketine 2 milyon derbas kir, her wiha hejmara miriyan jî 126 hezar e. Serokê Amerîkayê piştî pêşkêşkirina agahiyên çewt têkildarî kesên li Çînê bi Koronavîrusê ketine ragihand ku tevahî alîkariyên WHO hatine taloqkirin.

​​​​​​​Zêdetirî 2 milyon kes bi Koronavîrusê ketine
15 nîsan, 2020   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Koronavîrus (Covid-19) li tevahî cîhanê berbelav dibe, her wiha hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, zêdetirî 2 milyonan e û li gel wê hejmara miriyan jî zêde dibe.

DYA kete rêza yekemîn ku zêdetirî 600 hezar kest pê ketine, piştre Spanya tê ku zêdetirî 170 hezar kes pê ketine, her wiha hejmara miriyan bû zêdetirî 18 hezaran. Li Îtalyayê jî hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 160 hezar, lê belê di hejmara miriyan de piştî DYA’yê di rêjeya duyemîn de ye ku 21 hezar miriyên xwe hene.

Fransa di rêza 4’an de ye, hejmara kesên pê ketine 140 hezar e, lê hejmara miriyan zêdetirî 15 hezarî ye. Piştî  wê Almanya tê ku zêdetirî 130 kesî bi vîrusê ketine û hejmara miriyan 3 hezar derbas kir. Brîtanya di rêjeya 6’an de ye ku hejmara kesên bi vîrusê ketine nêzî 94 kes e, lê hejmara miriyan jî 12 hezar e.

Çînê ya ku navenda pandemiyê ye, piştî ku hejmara kesên bi Koronavîursê ketine gihîşt 82 hezarî, niha pir kêm bûye û heta niha tu mirin nehatine qeydkirin. Lê li Îranê hê jî berbelavbûn zêde ye û 75 hezar kes bi vîrusê ketine û zêdetirî 4 hezar û 600 kes mirine.

Lê Tirkiyê bi pêkanîna tedbîrên karantînayê re bi lez vîrus belav bû û kete rêza 10’an û hejmara kesên bi vîrusê ketine 65 hezar derbas kir û hezar û 400 kes pê mirine.

Li Belçîkayê jî zêdetirî 31 hezar kes bi vîrusê ketine û zêdetirî 4 hezar kes jî mirine.

Girêdayî heman mijarê serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku welatê wî piştevaniya darayî ya mezaxta desteya navneteweyî ya li dijî Koronavîrusê taloq kiriye. Trump got rêveberiya xwe ferman kir ku mezaxtina piştevaniya Amerîkayê ya WHO’yê cemidand û bi pêkanîna çewtiyan bi sedema mirina bi hezaran tawanbar kir.

Trump WHO ya ku agahiyên çewt ji Çînê ku cara yekemîn vîrus li xaka wê di 2019’an de derketiye, şermezar kir.

(fr)