Mijarên rojnameyên erebî - 15 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, her wiha geşedanên li Iraqê û rewşa Tirkiyê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî - 15 Nîsan
15 nîsan, 2020   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: KUŞTINÊN DI NAVA KOMÊN TERORÎST ÊN SÛRIYÊ DE ZÊDE BÛN

 

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de nivîsîn. Rojnameya El-Beyan der barê herêmên di bin destê komên çete yên girêdayî Tirkiyê de nivîsî: "Dîsa di nava Heyet Tehrîr El-Şam de bûyerên kuştinê zêde bûn, li gundewarên başûrê Idlibê li dijî fermandarekî komê êrîşeke bombeyî pêk hat, di encamê de fermandarê bi navê Ebû Hirêtan hate kuştin. Çavdêr dibêjin di nava endamên Tehrîr El-Şam de nakokî hene, her wiha armanca van kuştinan ew e ku endamên ji Sûriyê kêm bikin."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li bakurê Sûriyê bûyerên hev dû kuştinê zêde bûne, hin kesên çekdar êrîş birin ser fermandarên berê yên Heyet Tehrîr El-Şam a tundraw, her wiha meha derbasbûyî li diî fermandarên komên çekdar êrîş pêk htin."

 

ŞERQ EL-EWSAT: KAZIMÎ; ERKA MIN EW E KU IRAQÊ JI NAKOKIYÊN HERÊMÎ DÛR BIXIM

 

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê yê peywirdar Mistefa Kazimî, duh diyar kir ku hikûmeta wî amade ye, he wiha diyar kir ku wî li gorî rêgezê duristbûn û jêhatîbûnê wezîr hilbijartine û got ku erka wî ya sereke ew e ku Iraqê ji nakokiyên herêmî dûr bixe.

Kazimî diyar kir ku erka wî ew e ku Iraqê ji nakokiyên herêmê dûr bixe. Kazimî der barê pirsa ‘ka helwesta wî der barê Amerîka û Îranê de çi ye’ got "Em ê bi Amerîkayê re diyalogeke bi baldarî pêk bînin, der barê awayên mayîna wan a li Iraqê, tişta ku pêwîst e ez giranî ser rawestîm ku Iraq nebe qada hesabên di navbera hêzan de, her wiha ez ê têkiliyên xwe bi derdorên Ereb û misilman re fireh bikim, li gorî berjewendiyên hevbeş."

Kazimî her wiha got: "Navên endamên kabîneya hikûmetê amade ne, ez niha li komên siyasî re der barê mijarê de diyalogê dikim da ku em di demeke kurt de navan pêşkêşî perlemanê bikin, da ku ez karibim dest bi kar bikin."

Der barê pîvanên hilbijartina wezîran de Kazimî got: "Pîvana girîng a ku min girte ber çavan, duristbûn û jêhatîbûn e, tevî ku ew her du peyv pir hatine bikaranîn jî, lê ez ê li ser vî esasî bi hemû komên siyasî re bikevim diyalogê."

 

EL-EREB: ERDOGAN DAWIYA XWE BI DESTÊN XWE DINIVÎSE

 

Der barê siyasetên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de rojnamevanê Tûnisê Mihemed Elî Ewnî gotarek di rojnameya El-Ereb de nivîsî: "Narsîzm.. xwehezkirin.. û ez a nepixandî.. sê peyvên wiha ne ku têrê dikin dawiya her serokekî siyasî bînin ku serok dê di dawiyê de bibe bîranînek û di rûpelên dîrokê de bibe ders û metelok.

Lê xuya ye ku serokê Tirkiyê Erdogan dîrok nexwendiye û dersên dîrokê yên berê zanebûn negirtiye. Dînbûna xwemezindîtinê ya Hîtler ew xiste nava dîroka reş, destpêka Çavûşesko ew bire pêşberî dadgehên gel û hate bidarvekirin.

Îcar serokekî ku hemû karînên welatekî ji bo hêvî û xeyalên xwe serf dike, wê dîrok çi dawiyê jê re binivîse.

Ku mirov li siyasetên AKP’ê dinêre, ji roja ku li Tirkiyê hatiye ser desthilatdariyê, dikare du pêvajoyan bibîne: pêvajoya yekemîn, pêvajoya ku Erdogan karibû hemû aliyên desthilatdariyê têxe bin destên xwe, bi alîkariya hin lîderên berê yên partiyê yên mîna Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu.

Di pêvajoya duyem de, Erdogan hewesa xwe ya desthilatdariyê berda, hevalên xwe yên duh dane aliyekî, hemû karînên dewletê xistin destê xwe ji bo daxwazên xwe desthilatdariyê pêk bîne, hemû karînên dewletê ji bo daxwazên xwe dibîne.

Destpêka hilweşînê ji nava partiyê dest pê kir, wî siyasetên partiyê û projeyê wê bi tena xwe saz dikirin, di encamê de di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ket. Piştî ku gelek stûnên partiyê şikestin û lîderê refa pêşîn îstifa kirin, êdî banê partiyê jî derizî.

Tirkiyê niha buhayê binketinên Erdogan dide, ji ber destwerdana dosyaya Sûriyê û ya Lîbyayê û piştgiriya îslama sîyasî û piştgiriya komên terorîst, êdî Tirkiye bûye çavkaniya metirsiyên li dijî aramî û ewlehiyê, ev tişt di encamên hemû serdanên Erdogan ên welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de diyar dibe.

Erdogan bawer dikir ku her tişt di bin kontrolê de ye, lê êdî rewş ji destê wî derket, yekemîn bertek ji nava artêşê derket, ev bû gava yekemîn a ber bi tunebûnê ve.

Di lêgerîna desthilatdarî û mezinbûnê de, serokê Tirkiyê rastiyek ji bîr kir, ji bîr kir ku yê her tiştê bixwaze dê her tiştî winda bike."