‘Tirkiye amadekariyê serwerîkirina benderên Yemenê dike‘

Rojnameger û şîrovekarê siyasî Mehmûd Tahir got: “Îxwan El-Muslimîn hewl dide Koalîsyona Erebî bi Tirkiyê biguhere. Li ser vê yekê Tirkiyê xwe amade dike ku dest deyne ser benderên Yemenê.”

 ‘Tirkiye amadekariyê serwerîkirina benderên Yemenê dike‘
15 nîsan, 2020   05:30
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Rojnameger û şîrovkarê siyasî yê kar û barên Ereban û navdewletî yê yemenî Mehmûd El-Tahir got: "Îxwan El-Musilimîn a ku li Yemenê bi navê Partiya Kombûna Reform a Yemenê tê nasîn hewl dide Tirkiyê bi Koalîsyona Erebî biguhere. Partiyê behsa mijarê kir ku li gorî stratejiyeke mobilkirinê dixebite da ku amadekeriyên derbasbûna Tirkiyê ji bo Yemenê bike. Nemaze piştî belavbûna Koronayê û têkçûna armancên Koalîsyona Erebî ya piştgiriya hikûmeta serok Ebidrebu Mensûr Hadî li Yemenê."

El-Tahir axaftina xwe wiha domand: “Di Tîrmeha 2018‘an de civîneke veşartî di navbera rêveberiyên siyasî, rojnamevanên Hûsî û Îxwan, rayedarên Qeter, Tirkiyê û Îranê de pêk hatibû. Armanca civînê ew bû ku plana têkçûna Koalîsyona Erebî wekî gava yekemîn xêz bikin, piştre jî Tirkiyê li Yemenê bi cih bike. Li gorî tîfaqa ku belav bû, tê diyarkirin ku divê Koalîsyona Erebî were jihevxistin. Ev yek dê bi tewanbarkirina Îmaratê ku ji erkê Koalîsyona Erebî derket pêk were û raya giştî ya Yemenê bikişîne li ser vê yekê, piştre ji Îmaratê bixwaze ku vekişe. Piştre mijar veguhere Qiralyeta Erebistana Siûdî, ev yek hemwextî ragihandina agirbesteke bi Koma Ensarullah El-Hûsî ya nêzî Îranê ve ji her aliyan ve dê pêk were. Mijar dê bighêje wê astê ku gelek herêmên rizgarkirî dê werin radestkirin li beramberî ku Îxwan El-Muslimîn di hikûmeta Hûsî de bibe şîrk heger Hûsî li hemberî Koalîsyona Erebî biser bikeve."

Mehmûd El-Tahir bi domdarî got: "Piştre pêvajoya dawî tê, ku rê li pêşiya Tirkiyê were vekirin da ku baregehên xwe yên leşkerî li gravên Yemenê yên Hudeydayê yên nêzî ava herêmî ya Misir û Sûdanê û Bab Mendebê ava bike. Ta aliyê leşkerî yê Îxwan El-Muslimîn were avakirin û bi rêya sînor hewldana destekdayîna bi komên terorîst re were kirin. Texmîn dikim ku armanc ji vê tîfaqê Misir e."

El-Tahir destnîşan kir ku Tirkiye di dema heyî de hewldanên taktîkî dike, ji bo berjewendiyên xwe gelek rojname û kanalên yemenî ava dike û destekê dide wan. El- Tahir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li aliyekî din jî hewldanên îxwaniyan  hene da ku Koalîsyona Erebî tevlihev bike, hemû di aliyên rawestandina eniyan de û hem jî çêkirina hin aliyan di nava çend rojan de û radestkirina wan. Piştre tewanan bavêjin Erebistana Siûdî, diyar e ku siyaset bi baldar hatiye xêzkirin da ku Erebistana Siûdî neçar bike ku şertên Hûsiyan qebûl bike ya Tehran û Tirkiyê di nêvîna dawî ya sala 2018‘an de ava kiriye.”

ANHA