Li rojavayê Laziqiyê erdhej çêbû

Îro di saetên sibê de li beramberî berava bakurê rojavayê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê erdhejek bi pileya 4,1 çêbû.

Li rojavayê Laziqiyê erdhej çêbû
15 nîsan, 2020   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Nîştimanî ya Erdhejan a Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku erdhejek bi pileya 4,1 û kûrahiya 2 km li nêzî berava Sûriyê û 33 km bakurê rojavayê bajarê Laziqiyê, pêk hat.

Her wiha duh li bakurê rojavayê bajarê Şamê jî erhejek bi pileya 3,3 çêbûbû.

(bx)