Şehba amadekariyên mewisma patozan dike

Xwediyên patozan ên kantona Şehbayê  li gel zehmetiyên ji ber dorpêça ku rêveberiya hikumeta Sûriyê li wan ferz kiriye, amadekariyên berhevkirina hilberînê dikin. Tê payîn ku mewisma patozê di navîna meha Gulanê de dest pê bike.

Şehba amadekariyên mewisma patozan dike
Şehba amadekariyên mewisma patozan dike
Şehba amadekariyên mewisma patozan dike
Şehba amadekariyên mewisma patozan dike
15 nîsan, 2020   05:37
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Bi nêzîkbûna mewisma berhevkirina genim û ceh re, xwediyên patozan li kantona Şehbayê dest bi tamîrkirin û nûkirina alavên xwe kirin.

Li gel dorpêç û zehmtiyên peydakirina parçeyên guhertinê, Rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê alîkariya xwediyên patozan dike û pere ji wan re pêşkêş dike da ku parçeyên guhertinê yên pêwîst peyda bikin.

Karker û xwediyên alavên çandiniyê ji ber tecrubeya ku di dirêjahiya salên kar de wergirtine bi xwe patozan çêdikin. Pirî caran di tamîrkirin û nûkirina patozan de tevahiya parçeyên wê têne vekirin. Piştre têne paqijkirin û parçeyên telef bûne bi yên nû têne guhertin û piştre carek din vedigerînin cihê bere (lec dikin). Lê ji ber tunebûna parçeyên guhertin û bilindbûna bihaya dolarê, xwediyên patozan tenê tiştên pêwîst kirin.

Karkerê bi navê Mihemed Sîdî zehmetiyên ku rastî wan tên destnîşan kir û got: "Li kantonê me dest bi tamîrkirina patozan kir. Lê ji ber tedbîrên li dijî Koronavîrusê hatine girtin, dikanên tamîrkirinê hatine girtin û li gorî sala borî bihaya dolarê jî bilind bûye em zehmetiyan dikişînin. Ev jî lêçûna tamîrkirinê du qat zêde dike."

Sîdî wiha domand: "Kantona Şehba hatiye dorpêçkirin. Em nikarin tevahiya parçeyên guhertinê yên pêwîst ji patozan re peyda bikin. Tamîrkirina patozan mehekê derbas dike heta ku patoz werin bikaranîn. Niha amûrên ku di sala borî de telef bûne  û yên pêwîst tamîr dikin. Mewsima berhevkirina hilberînê wê di 20’ê Gulanê de destpê bike. Em ê heya mehek û nîv kar bikin."

Endama Komîteya Çandiniyê Îman Hesen diyar kir ku gelek astengî rastî karê wan tê û got: "Ji ber ku em parçeyên pêwîst ên patozan ji derve tînin, em gelek zehmetiyan dikişînin. Em hewl didin bi tevahiya wesîleyan parçeyên pêwîst beriya destpêkirina mewisma genim  û ceh peyda bikin. Em hewl didin alîkariya şêniyan bikin da ku hilberînên xwe berhev bikin û tevahiya astengiyan derbas bikin."

(şx)

ANHA