Rêveberiya Xweser bihayê kirîna berhemên genim diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê îro bihayê kirîna berhema genim a mewsima çandiniyê ya 2020’an bi 225 lîreyên sûrî ji her kîloyekê re tevî pileyên wan diyar kir.

Rêveberiya Xweser bihayê kirîna berhemên genim diyar kir
14 nîsan, 2020   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzbûna mewsimê çinînê yê 2020’an re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê civînek ji bo diyarkirina bihaya berhema genim li dar xist. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, cîgirên hevserokatiyê, hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê, hevserokên Darayî, nûnerên Yekitiya Cotkaran a Rêveberên Xweser û Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de amade bûn.

Di civînê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kirîna berhema genim a mewsima îsal bi 225 lîreyên sûrî ji her kîloyekê re li gorî pileyan, diyar kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Suleyman Barodo  di demeke berê de diyar kiribû ku 20 navendên wergertina berhemên genim û ceh ji cotkaran amade kirine û dê çewal li cotkaran bi bihayeke guncew bên belavkirin.

(fr)

ANHA