Li Dêrikê dest bi merheleya duyemîn a dezenfektekirinê bû

Der barê tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ên li dijî derketina Koronavîursê girtine de, Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi merheleya duyemîn a dezenfektekirina sûkan kir.

Li Dêrikê dest bi merheleya duyemîn a dezenfektekirinê bû
14 nîsan, 2020   11:25
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Dêrikê vê sibehê bi rêya sehrîcan dest bi dezenfektekirina sûkên bajêr û kolanên wê yên şaxî bi madeya Normadîdê kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Fermez Hemo daxuyand ku merheleya duyemîn piştî bidawîbûna dezenfektekirina saziyan hat destpêkirin.

Hemo got ku ji ber rewşa hewayî hemle dereng ma û nirxa dezenfekteyê ji navçeya Dêrikê re 15 litir Normadîd e û 3 litir av lê zêde dibe.

Hemleya yekemîn a dezenfektekirinê ya li navçeya Dêrikê ji 25’ê Adara borî de dest pê kiribû.

Ev hemle di çarçoveya dirêjkirina dema qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser ji 23’yê Adara borî de li herêmên xwe ragihandiye, pêk hat.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4u1Q7_ZLEOY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>