Li Dirbêsiyê 3 navendên karantînayê hatin amadekirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê 3 navendên karantînayê amade kirin.

Li Dirbêsiyê 3 navendên karantînayê hatin amadekirin
14 nîsan, 2020   11:48
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên pêwîst digire ji bo herêmê ji belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) biparêze. Gelek biryar ji bo parastina welatiyan wekî qedexeya derketina derve ku di roja 23`yan de didome, derxist. Her wiha tîm û komîteyên tenduristiyê tedbîrên pêwîst bi awayekî zêde digirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 navendên karantînayê li navçeya Dirbêsiyê di hundirê Nexweşxaneya Şehîd Xebat, Dibistana Dêbik û hola Îvan de amade kirin.

Ezîza Mihemed yek ji bijîşkên ku di navenda karantînayê de, diyar kir ku navend bi hemû alavên tenduristî û kadroyên pispor hatine amadekirin.

Ezîza Mihemed hemû agahiyên ku li ser torên civakî têne belavkirin ku hejmarek ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi vîrusê ketine, derewandin û ev titş got: "Em piştrast dikin ku heta niha tu kes li navçeyê bi vîrusê neketiye."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d7hETPe0LE4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>