HRE: Li Bab û Şêrawayê çeteyek hat kuştin, 5 çete birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di çalakiyên wan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê û Babê de çeteyekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin û 5 çete jî birîndar bûne.

HRE: Li Bab û Şêrawayê çeteyek hat kuştin, 5 çete birîndar bûn
14 nîsan, 2020   11:23
NAVEND NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de wiha hate gotin:

“Roja 2’yê Nîsanê nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 12’ê Nîsanê li navenda bajarê Babê hêzên me li hemberî çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.”

ANHA