Parlamenterê YNK’ê: ‘Pêşmergeyên Roj’ dibe sedem ku pêşmerge wek çete bên nasîn

Parlamenterê YNK’ê Serko Azad Gelalî bang li parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir ku çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ hilweşîne. Gelalî got ji ber ‘Pêşmergeyên Roj’ pêşmerge wek çete tên binavkirin.

Parlamenterê YNK’ê: ‘Pêşmergeyên Roj’ dibe sedem ku pêşmerge wek çete bên nasîn
14 nîsan, 2020   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serko Azad Gelalî peyamek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Gelalî di peyama xwe de destnîşan kir ku piştî ku berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî daxuyand ku 4 endamên Pêşmergeyên Roj ên li Hewlêrê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin, li Lîbyayê girtine û ev yek dibe sedem ku pêşmerge wek ‘çete’ bên nasandin.

‘XÊR Û BÊRA WELAT JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK TÊN XERCKIRIN’

Gelalî diyar kir ku Pêşmergeyên Roj di 12’yê Nîsana 2012’an de bi biryara serokê berê yê Herêma Kurdistanê hatiye damezirandin û endamên wê çend sal e ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê mûçe werdigirin û tên perwerdekirin û wiha got: “Gelo hikûmet li ser çi bingehî mûçe û budçeyê ji bo wan diyar dike? Mehane mesref û mûçeyên wan nêzî 15 milyar dînar e. Di demekê de ku li gorî yasayê divê kesên mûçe digirin, xwedî nasnameya Iraqî bin. Ji destpêkê ve berevajî yasayê ye û avakirina vê hêzê ne yasayî ye. Di demekê de ku li Kurdistanê mûçe nîn e û xelk di rewşeke dijwar de dijî, lê aliyekî din ve xêr û bêra welat ji bo biyanîperestan û xizmeta Tirkiye tê rijandin.”

Serko Azad Gelalî destnîşan kir ku endamên Pêşmergeyên Roj bi pereyan mil bi milên çeteyan û “hêzên xwefiroş ên nêzî Tirkiyê” şer dikin û got: “Pêşmergeyên Roj ser bi ENKS’ê ve ne. PDK piştgiriya wan dike û hatine biçekkirin. Ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine damezirandin û çend sal e mûçeyên wan hene.”

‘BERPIRSYAR HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Gelalî îşaret pê kir ku divê der barê mijarê de lêkolîn bê kirin, Pêşmergeyên Roj were hilweşandin û got: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr berpirsyartiya vê yekê hilgire ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bişîne şer û rê li wê were girtin ku nav û dengê Kurd wek terorîst were binavkirin ku di demekê de ku divê ji bo derve şandina hêzê bi erêkirina parlamentoyê be.”

Serko Azad Gelalî di peyama xwe de wiha lê zêde kir: “Daxwazê dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi fermî li ser mijarê daxuyaniyekê bide. Divê lêpirsîneke cidî li gel serokwezîr û wezîrê hundirîn were kirin. Ji ber ku îtibara Kurdan di qada navneteweyî û herêmî de xistine û weke çete nasandine. Nabe pêşmerge weke çete werin binavkirin.”