Talal Mihemed: Li pey redkirina hevdîtina bi Ocalan re planên qirêj hene

Telal Mihemed got:" Redkirina desthilata Tirkiyê daxwaza parêzeran a hevdîtinê bi miwekilê xwe re me dixe nava şek û fikaran ku an jiyana wî di xeteriyê de ye an jî Koronavîrusê li Îmraliyê belav bûye. Li pey redkirina hevdîtina bi Ocalan re planên qirêj hene."

Talal Mihemed: Li pey redkirina hevdîtina bi Ocalan re planên qirêj hene
14 nîsan, 2020   04:20
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-LÎLAV MIHEMED

Bi belavbûna Koronavîrûsê li gelek bajarên Tirkiyê û girtîgehan re parlamantoya Tirkiyê di 7`ê Nîsanê de biryara serbestberdana tevahiya girtiyan. Ev biryar girtiyên siyasî, rojnamevan û rewşenbîran di nav xwe de nagire. Li gorî agahiyên ku belav bûne şewba Koronavîrusê di girtîgehan de belav bûye. Li ser vê yekê parêzerên Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serpay Koklo û Îbrahîm Bîlmez di dîroka navbera 30`yê Adarê heya 3`ê Nîsanê de ji bo pêkanîna hevdîtinê bi miwekilê xwe yê li girava Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de ye serî li dozgeya giştî ya Bursayê dan. Daxwaza parêzeran a hevdîtinê hate redkirin. Ev jî hişt ku gelê Kurd li ser jiyana rêberê xwe bi fikar bin.

 

 ‘JIYANA RÊBER ABDULLAH OCALAN DI XETERIYÊ DE YE‘

 

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed ji ANHA`yê re axivî û got: "Dewleta Tirk mijulbûna cîhanê di têkoşîna li dijî Koronavîrûsê de ya ku mirovahiya tehdîd dike, bikar tîne, hêzên xwe li herêmên Sûriyê yên dagir kirine kom dike û pêkanîna guhertina demografîk didomîne."

Mihemed destnîşan kir ku siyaseta AKP`ê ya ku Tirkiyê birêve dibe, heta di hundirê Tirkiyê de jî nehat guhertin. Hemû ketine ferqê ku girtîgehên Tirkiyê tijî girtiyên siyasî yên Kurd in û got: "Bi texmîna min jiyana Rêber Abdullah Ocalan li gel tecîrda ku li ser hatiye ferzkirin û redkirina hevdîtinên parêzeran, di xeteriyê de ye. Bi taybet piştî belavbûna Koronavîrusê. Lewra divê civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bizanibin ku jiyana wî di xeteriyê de ye."

Mihemed wiha domand: " Redkirina desthilata Tirkiyê daxwaza parêzeran a hevdîtinê bi miwekilê xwe re me dixe nava şek û fikaran ku an jiyana wî di xeteriyê de ye an jî Koronavîrusê li Îmraliyê belav bûye. Bi nêrîna min armanc û planên kirêt ên Tirkiyê ji qedexekirina hevdîtinan hene."

Talal Mihemed destnîşan kir ku çapemeniya Tirk çavê xwe hejmara nexweş û miriyan ji ber Koronavîrusê yên di girtîgehan de girtine. Ev jî xeteriyek cidî li ser jiyana tevahiya girtiyên siyasî yên Kurd e  yên ku xizmeta dozên xwe dikin.

Mihemed di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku gelek dewletan piştî belavbûna Koronavîrusê girtî berdan çi girtiyên siyasî yan jî ray be. Lê dewleta Tirk siyasetên xwe didomîne û girtiyên siyasî serbest bernade. Telal Mihemed got: "Dibe ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya Koronavîrusê ji girtiyên di girtîgehan de xilas bibe. Piştre çapemeniya Tirk bi rêya dazgehên xwe ragihîne ku girtî ji ber Koronavîrusê mirine."

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed bang li tevahiya saziyên mafên mirovan, civaka navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û aliyên cîhanî yên têkildarî têkoşîna li dijî Koronavîrusê kir ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan, siyasetmedaran, girtiyên ray û rojnamevanên li Tirkiyê hatine girtin di ber çavan re derbas bikin û rewşên wan bişopînin.

(şx)

ANHA