El-Mismarî: Tirkiyê çeteyên ku li gel "Leşkerên Roj" perwerde bûne dişîne Lîbyayê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku Tirkiyê çeteyên ku li gel hêzên "Leşkerên Roj" perwere dîtine, dişînin Lîbyayê.

El-Mismarî: Tirkiyê çeteyên ku li gel "Leşkerên Roj" perwerde bûne dişîne Lîbyayê
13 nîsan, 2020   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de ku îro li bajarê Bingazî li dar ketibû got, çeteyê bi navê "Şakir Ferman Salih Bonciq Hîrfekê" beşdarî hêzên baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bû.

El-Mismarî anî ziman ku çete ji aliyê koma "Gurên gewir" ya Tirkiyê ve perwerde dîtiye.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku Tirkiyê çeteyan amade dike da ku wan bi pereyan ku dighêje 5 hezar dolar amerîkî bişînin Yemenê ji bo ku destekê bibin Partiya Reform a Îxwançî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r5PPX6VQDCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>