Ji partiyên siyasî yên Helebê însyatîfek

Partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê dest bi hemleya hişyariyê li dijî Koronavîrûsê kirin. Partiyan bang li civakê kirin ku pirspektîf û biryarên di vî warî de hatine girtin bînin cih.

Ji partiyên siyasî yên Helebê însyatîfek
13 nîsan, 2020   13:49
HELEB

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hemleyek hişyariyê li dijî Koronavîrusê û xeteriyên wê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê dan destpêkirin.

Ev însiyatîf bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye pêk hat. Her wiha berpirsên wê jê armanc dikin şêniyan bi rêbazên xweparastinê ji Koronavîrûsê bidin nasîn. Bi taybet pêwîstiya ku şênî ji malên xwe dernekevin tenê di rewşên awarte de derkevin, ger derketin jî kemame û lepik bikar bînin.

Partiyên siyasî ji duh ve dest bi însiyatîfê kirin. Li ser wê sê komîte ji berpirs û endamên partiyên siyasî hatin avakirin. Her komîteyek beşek birêve bir. Erka wê gel di warê parastina ji Koronavîrûsê de hişyar bikin, şîretan li wan bikin bi taybet mijara mayîna di mal de û tenê di rewşên awarte de li gorî dema qedexeya derketina derve derkevin.

 

 ‘ME XWEST BI ÎNSIYATÎFÊ ALÎKARIYA MECLISA TENDURISTIYÊ BIKIN‘

 

Girêdayî însiyatîfê endama rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Fehîme Hemo ji ANHA‘yê re axivî û got: "Bi rêya însiyatîfê di radeya yekemîn de em armanc dikin ku li gorî biryarên Şaneya Aloziyê alîkariya Meclisa Tenduristiyê bikin."

Fehîme wiha domand: "Divê şênî biryar û perspektîfên giştî yên ku aliyên têkildar derxistine bînin cih. Ji ber kedên ku têne dayîn heta niha tu nexweşî li her du taxan nehatiye belgekirin. Divê em karê xwe berdewam bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3AcJ6G67LQA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>