Rewşa 2 kesên ji Şamê vegeriyane bi guman e

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di nava kesên ku ji Şamê vegeriyane Qamişloyê de, 2 rewşên ku bi gumana bi Koronavîrusê hene û her du kes hildane karantînayê.

Rewşa 2 kesên ji Şamê vegeriyane bi guman e
13 nîsan, 2020   09:21
QAMIŞLO

12`ê Nîsanê (duh) beşeke din a rêwiyan ji Şamê vegeriyan Qamişloyê. Tîmên tenduristiyê testên pêwîst ji wan re di hundirê balafirgeha Qamişlo de, çêkir. Lê berpirsên balafirgehê astengî ji tîmên tenduristiyê re çêkir û ji ber wê tîmên tenduristiyê ji balafirgehê derketin û test li ser benda kontrolê ji kesên ku ji Şamê vegeriyan re, çêkir.

Li gorî Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê test ji 28 kesên ji Şamê vegeriyan re hate çêkirin. Hate diyarkirin ku di nav wan kesan de rewşa 2 kesan bi guman e ku Koronavîrus bi wan re heye. Her du kes û 3 kesên din ku nexweşiyên giran bi wan re hene, derbasî navenda karantînayê hatin kirin. Dê 14 rojan di navenda karantînayê de bimînin. 23 kesên din şandin navendên taybet ku ji bo kesên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser tên, hatine amadekirin.

 

HIKÛMETA SÛRIYÊ KONTROLAN ASTENG DIKE

 

Li gorî agahiyan, kesên bi rêya balafirgeha Qamişlo hatine, nêzî 100 kesî ne. Hikûmeta Sûriyê ev cara 3’yemîn e ku hindek kesan ji kontrolê direvîne. Ji ber wê xebatê tîmên tenduristiyê di hundirê balafirgehê de hatin astengkirin û neçar man beriya testan bi dawî bikin ji balafirgehê derkevin.

Şaneya Aloziyê destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyê der barê çûn û hatina ji Şamê ber bi Qamişloyê ve bi wan re nakeve koordînasyonê. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku paşguhkirina hikûmeta Sûriyê û nerawestandina çûn û hatina hewayî ber bi Qamişloyê ve xetereyeke mezin li ser jiyana niştecihên herêmê, çêdike.

(bx)

ANHA