Çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî sivîlek kuşt

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Salih Şiblî ji gundê Hiwêca yê girêdayî Girê Spî bi hinceta dan û standina bi QSD’ê re kuşt.

Çeteyan li Girê Spî ya dagirkirî sivîlek kuşt
13 nîsan, 2020   08:55
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinan li dijî sivîlên li herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, bi hincet û bihaneyên derew ên bi hedefa koçberkirina sivîlan ji herêmê da ku demografiyê biguherînin, pêk tînin.

Di vî warî de hin agahî ji Girê Spî yê dagirkirî hatin ku çeteyan şêniyê bi navê Salih Şiblî ji gundê Hiwêca yê başûrê rojhilatê Girê Spî bi bihaneya dan û standina bi QSD’ê re kuşt.

Çeteyan ew şênî di demeke berê de girtibû û îşkence lê kiribûn û beriya 2 rojan ew kuşt.

Çeteyan li dijî malbata Şiblî piştî dagirkirina Girê Spî binpêkirin pêk anîn, gelek ferdên malbatê girtin, ji gund koçber kirin û piştre malên wan rûxandin.

(fr)

ANHA