PYD: Dewleta Tirk nefesê li girtiyan diçikîne

PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk nefesê li girtiyên siyasî û rojnamevanan diçikîne û rewşa girtîgehan vedişêre, her wiha tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan didome.

PYD: Dewleta Tirk nefesê li girtiyan diçikîne
13 nîsan, 2020   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Agahî hatin girtin ku Koronavîrus (Covid-19) di girtîgehên Tirkiyê de ku bi hezaran girtiyên siyasî û rojnamevan tê de ne, belav bûye. Dewleta Tirk qet behsa vê mijarê nake û rewşa ku cîhan tê re derbas dibe, ji xwe re derfet dibîne da ku armancên xwe yên dijminatiya gelê Kurd pêk bîne.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk red dike ku malbat û parêzer hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re di rewşên zehmet de û di dema belavbûna Koronavîrusê de pêk bîne.

Daxuyanî wiha ye:

"Di nava geşedan û metirsiyên ji ber belavbûna Koronavîrusê ku cîhan bi giştî tê re derbas dibe, dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya faşîst û dijminatiya gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd, di hundirê Tirkiyê û tevahî herêmê de, didomîne. Ew bi xwe dijminatiyê pêk tîne û destekê dide komên radîkal û çeteyan li Sûriyê. Hewl dide bi hemû hêza xwe aramiya herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, tevlihev bike û guhertina demografiya herêmên dagirkirî biguhere.

Di hundirê Tirkiyê de heta niha dewleta Tirk bi hemû hêza xwe bêhnê li girtiyên siyasî û rojnamevanan diçikîne. Qet behsa rewşa girtîgehan nake û derfet nade ku tu kes ji xwediyên girtiyan bi wan re biaxive û li gorî şêwazê ku dixwaze pêwendî pêk tê. Dewleta Tirk a faşîst tecrîdkirina rêber Ocalan didomîne. Hemû xwestekên malbat û parêzeran ên serlêdanê red dike. Ev kiryar di rewşa zehmet de û di dema ku Koronavîrusê li Tirkiyê û herêmê belav bûye de pêk tê. Ev yek gelê Kurd hêrs dike, zagon û nirxên mirovî binpê dike.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê bang dikin ku Tirkiye kiryar û binpêkirinên xwe rawestîne. Em bang li hemû aliyên mafî, mirovî, demokratîk û  hêzên alîgirên demokrasiyê ku rola xwe pêk bînin û zextê Ii dewleta Tirk bikin da ku rewşên zehmet ku tevahî cîhan tê re derbas dibe, ji xwe re derfet nebîne û armancên xwe yên dijminatî pêk neyne. Em banga rakirina tecrîdkirina rêber Ocalan dikin, derfet bidin malbat û parêzeran ku hevdîtinê pêk bînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi şêwazên demokratîk û li gorî derfetên heyî nêrîn û helwestên xwe diyar bikin û li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigerin da ku tecrîd li ser rêber Ocalan were rakirin, rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyê baş bibe, her wiha bi israr zext li Tirkiyê were kirin ku li gorî pîvan û zagonên navdewletî tev bigere."

(bx)

ANHA