Malbatên şehîdan awayê radestkirina cenazeyê şehîd Egîd şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê radestkirina cenazeyê gerîlayê HPG’ê şehîd Egîd Îpek ji hêla dewleta Tirk ve bi pakêtekê ji diya wî re, wek kiryareke dermirovî bi nav kir û ragihand ku ev exlaqê AKP`ê temsîl dike.

Malbatên şehîdan awayê radestkirina cenazeyê şehîd Egîd şermezar kir
13 nîsan, 2020   08:47
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî radestkirina cenazayê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Egîd Îpek di pakêtekê de, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya malbatên şehîdan wiha ye:

"Em vê kiryara dermirovî şermezar dikin, ji ber ku di demeke wiha de ku bang li hemû neteweyan dikin ku bi hev re li ser esasê rihekî biexlaq û mirovane bijîn, em dibînin ku dewleta Tirk parçeyên cenazeyê gerîla Egîd Îpek ku di 23.05.2017`an de di encama şerê li herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku li dijî artêşa Tirk hate meşandin, şehîd bûbû, bi pakêtekê radestî dayika wî dikin.

Malbata şehîd Egîd Îpek ji wê demê ve û heta niha serdana navenda dadgeha dewleta Tirk dike, da ku cenazeya kurê xwe şehîd Egîd Îpek wergire lê hikumeta Tirk her tim teslîmkirina cenazeyê bi paş dixist û beriya çend rojan parçeyên cenaze bi pakêtekê ji dayikê re şandin.

Çawa dewleta Tirk dikare parçeyên mirovekî bi pakêtê bişîne, lê ev exlaqê hikumeta Tirk e û ne xerîb e ku bike anku ji hemû pîvanên exlaqî dûr e û kiryarên wê îsbata vê yekê dikin. Dewleta Tirk êrişî pîvanên mirovatiyê dike, bi top û balafiran goristanan topbaran dike, mal, gund hilweşandin, zarokên bêguneh, jin û kal û pîr qetil kirin, perestgehên pîroz rûxandin û şaristaniyê têk dibe.

Em jî wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê di demekê de ku em kiryarên dewleta Tirk a radestkirina cenazeya şehîd Egîd şermezar dikin, em bang li hemû têkoşer, sazî û komeleyan dikin ku di oxira parastina civaka exlaqî de tê bikoşin û exlaqê hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan dide meşandin, bibînin.

Em hêvî ji hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku beramberî van kiryaran bê deng nemînin, ji ber gelên Rojhilata Navîn bi neteweyên xwe û olên xwe ve bi kollektîfbûna exlaqê xwe tên naskirin, her wiha xwedan şaristanî ne û ev kiryarê derexlaqî temsîla gelê Tirk nake berevajî vê yekê temsîla AKP`ê dike.

Dubare dibêjin em kiryarên derexlaqî şermezar dikin, sozê didin şehîd û malbata şehîd Egîd ku em ê heta pêkanîna xewnên azad şopdarên rêya şehîdan bin."

(eh)