​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 13 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Lîbyayê, li Tirkiyê rewşa Koronavîrusê û aloziya Îsraîlê kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 13 Nîsan
13 nîsan, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

 

EL-BEYAN: MILÎS Û ÇETE LI HEMBER PÊŞKETINA ARTÊŞA LÎBYAYÊ YA BER BI MESRATAYÊ VE TÊK ÇÛN

 

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî yê lîbyayî wiha nivîsand: "Piştî artêşa Lîbyayê odeya çalakiyan a dewleta Tirk li bajarokê Ebû Qerîn ê başûrê rojhilatê Mesratayê hilweşand, hêzên çekdar bi planeke sabît nêzî deriyê El-Sedade dibin. Her wiha operasyonên artêşê piştî têkçûna çeteyên dewleta Tirk û milîsên herêmê li eniyên şer pêk hatin û li aliyekî din jî artêşê serweriya herêmên Qedahiyê û Zemzem kir.”

 Çavkanî destnîşan kir ku artêşê êrişî deriyê El-Sedade yê li rojhilatê bajarê Mesratayê kiriye, her wiha berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Ehmed El-Mismarî ragihand ku artêşê serweriya deriyê Ebû Qerîn ê rojava kir û piştî milîsên çekdar ji herêma Ebû Qerîn revîn, artêşê hejmareke mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî dîtin.

 

EL-EREB: ERDOGAN DA KU ABORÎ HILNEWEŞE JIYANA TIRKAN DIXE XETEREYÊ

 

Rojnameyê wiha nivîsand: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jiyana tirkên karker tevî ragihandina qedexeya demkî bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê bi hewldana rizgarkirina aboriya dewleta Tirk ji hilweşînê, dixe xetereyê."

Desthilatên Tirkiyê bi karkerên kargehan û şîrketan re da ku berhemdariyê lez bidin, hêsan dike, her wiha encamên giran ên der barê berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê de paşguh dike.

Erdogan di hefteya borî de metirsiya xwe der barê berdewama dahatûya pêdiviyên sereke û garantiya berdewama berhemên bêyî qutbûna piştevaniya derçûnan eşkere kir û wiha gotibû: "Divê Tirkiye di tevahî rewşan de parastina berhemdayînê bike û li ser geşbûna berhemdayînê lez bike."

Li aliyekî din jî dewleta Tirk der barê tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê mîna dewletên cîranên wê li Ewropa û Rojhilata Navîn tund nekirin, lê belê ji dêvla wê xwe spart stratejiya veguhastina li ser asta nîştimanî ku nagihêje asta girtina mecbûrî.”

 

ŞERQ EL-EWSAT: AVAKIRINA HIKUMETA ÎSRAÎLÊ ÎRO YAN JÎ SIBE RADIKIN KNESSETÊ

 

Der barê rojeva Îsraîlê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li aliyekî dema avakirina hikumeta Îsraîlê ya nû şeva berê bi dawî dibe, serokkomarê Îsraîlê Reuven Rivlin daxwaza serokê partiya LaVan Alcohol Benny Gantz a dirêjkirina erkdariya wî heta 14 rojên dîtir red kir. Di heman demê de daxwazên wezîrên partiya Likud ên erkdarkirina serokwezîrê niha Benjamin Netanyahu red kirin.

Reuven Rivlin bi daxuyaniyekê wiha got: "Rewşa niha nahêle dema erkdariya avakirina hikumetê dirêj bikin. Her wiha dema yekemîn heta 28’an îro qediya, heke avakirina hikumeta yekitiyê bi ser neket dê erkê rakin Kneesetê."

Reuven Rivlin got piştî ku bi Gantz û Netanyahu re axiviye biryar daye, her wiha Gantz jê re got ew û Netanyahu nêzî îmzekirina lihevkirina hikumeta yekitiyê dibin, lê Netanyahu agahdar kir ku hê di nêzbûna lihevkirinê de bi ser neketine û daxwaza veguhastina nivîsa erkdariyê jê re kir.

Bi wê re Rivlin biryara redkirina her du daxwazan da, şanseke din da Gantz û Netanyahu ku çend saetên ji avakirina hikumetê re mane, qezenc bikin. Her wiha heke bi çend saetan li hev nekirin dê bi awayekî otomatîk rake Kneesetê da ku dem ji 21 rojan de dest pê bike. Her wiha dê endamên Kneesetê jî yekî hilbijêrin.”

(fr)