Şaneya Aloziyê çawa nêzî nexweş û kesên ji derve tên dibe?

Şaneya Aloziyê bi çavekî mirovî nêzî kesên nexweş û yên ji derve tên dibe û rojane rewşa wan dişopîne.

Şaneya Aloziyê çawa nêzî nexweş û kesên ji derve tên dibe?
Şaneya Aloziyê çawa nêzî nexweş û kesên ji derve tên dibe?
Şaneya Aloziyê çawa nêzî nexweş û kesên ji derve tên dibe?
Şaneya Aloziyê çawa nêzî nexweş û kesên ji derve tên dibe?
13 nîsan, 2020   05:58
QAMIŞLO – BOTAN HISÊN – MEHMED EKINCÎ

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû derfetên xwe hewl dide Koronavîrusê li herêmê dernekeve û hemû ejnerjiya xwe xistiye xizmeta şêniyên herêmê.

Şaneya Aloziyê ya 15‘ê Adarê bi armanca pêşîlêgirtina derketina Koronavîrusê li herêmê hatiye avakirin, rewşa yên nexweşên domdar di ber çavan re derbas dike. Ji wan rewşa jina 70 salî û keça wê ya 30 salî ku bi penceşêrê ketine û li Şamê tedewî dibin.

Malbat ji bajarê Qamişlo ye, di 7‘ê Nîsanê de bi komeke din a welatiyan re ji paytexa Sûriyê Şamê gihişt Qamişlo. Tîmên tenduristiyê yên Şaneya Aloziyê ji hemû kesên ku gihiştin Qamişloyê re testa Koronavîrusê hate çêkirin.

Şaneyê jina bi temen û keça wê, tevî kurê wê yê tekane ku ji Şamê hatiye bi wan re xistine karantînayê û rojane rewşa wan dişopînin.

tîmeke tenduristiyê ya girêdayî Şaneya Aloziyê rojane serdana karantînaya jina bi temen dike û fehsên pêwîst û  "KIT" jê re çêdike.

Li gorî tîmên tenduristiyê, ew rojane li rewşa tenduristî ya endamên malbatê dinêrin û wan fehis dikin. Şaneyê got, malbat dê 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Malbatê ji ber keda ku didin spasiya şaneyê kir.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Şaneya Aloziyê hemû enerjiya xwe xistiye xizmeta şêniyan û rêgirtina li ber Koronavîrusê.

Desteyê, 65 kesên ku ji Şamê hatine û di navendên karantînayê de ne, rojan testan ji wan re çêdikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W-v44pFjgc0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>