Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir

Xwediyên patozan ên bajarê Hesekê dest bi sererastkirina patozan kir,  bang li aliylên têkildar kir ku tevgera wan hêsan bikin û buhayê parçeyên guhertinan kêm bikin.

Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
Xwediyên patozan dest bi amadekariyên mewsima çinînê kir
13 nîsan, 2020   05:41
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM- NAÎLA EBDULHEKÎM

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, cotkar û xwediyên patozan ên bajarê Hesekê dest bi sererastkirina patozan kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cotkar û xwediyên patozan ji biryara qedexeya derketina derve ya li dijî Koronavîrusê derxistiye.

Xwediyên patozan ji bo pêşwazîkirina mewsima çinînê dest bi sererastkirina patozan kiriye.

Der barê zehmetiyên sererastkirinê de ya li gel qedexeya derketina derve û peydakirina parçeyên pêwîst, xwediyên patozan ji ANHA‘yê re axivîn û diyar kir ku ji ber buhabûna parçeyên guhertinê û nepeydabûna wan li gel qedexeya derketina derve zehmetiyan dikşînin.

Ubeyd Mecwel Dawûd got: "Dema em diçin parçeyan bikirin xwediyên dikanan kesybaziyê dikin û bi buhayê bilind difroşin me,  ji ber ku bi dolar û euroyê dihesibînin."

Ubeyd bang li aliyên têkildar kir ku hemû dikanên sînaî vekin û got, ji ber vekirina dikanekê tenê aloziyê çêdibe û dihêle ku xwediyên dikanan bi buhayê parçeyan bilîzin.

Ubeyd her wiha bang li aliyên têkildar kir ku mazotê pêşkêşî wan bikin û tevgera wan a di nava bajêr de hêsan bikin.

Girêdayî vê mijarê  serokê Odeya Pîşesazî ya bajarê Heskeê Abdulrehîm Osman anî ziman ku bi nêzîkbûna mewsima çinînê re wan ji bo xwediyên patozan biryar da, destûr dane xwediyên dikanên guhertina parçeyên patoz, terektor û sererastkirina wan da ku di dema qedexeya derketina derve de dikanên xwe vekin.

Osman diyar kir wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ji bo xwediyên patozan bergerî girtine û destura fermî dane wan da ku li ser bendên kontrolê astengî ji wan re dernekevin û wiha domand: "Em li ser dikanên pîşesazî digerin û kesên ku kesybaziyê dikin û parçeyan buha difroşin muxalefe dikin."

Serokê Odeya Pîşesazî ya kantona Hesekê Abdulrehîm Osman di dawiya axaftina xwe de bang li xwediyên patozan kir heger kesên buhayê parçeyên patozan bilind bikin, odeyê agahdar bikin.

ANHA