Meclisa Tenduristiyê ji kesên leşkeriya xwe bi dawî kiriye re test çêdike

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê tedbîrên taybet ji bo 35 kesên ku leşkeriya neçarî bi dawî kiriye girtine. Her wiha biryara qedexeya derbasbûna ji bo taxan da.

Meclisa Tenduristiyê ji kesên leşkeriya xwe bi dawî kiriye re test çêdike
13 nîsan, 2020   06:02
HELEB – SOLÎN REŞÎD

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya komînên taxan û bi tîmeke bijîşîk û hemşîre re serdana malên leşkeran dikin û rewşa wan a tenduristiyê dişopîne.

Di nava 3 rojan de ji 35 leşkeran re test ji aliyê tîmê pispor ve hate çêkirin û testên wan negative derket.

Meclisa Tenduristiyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê zêde kirine, biryara qedexekirina derbasbûna taxan derxist.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen wiha got: "Ji bo leşker û girtiyên vegeriyan taxê, me tedbîrên pêwîst girtin, em test ji wan re çêdikin û dê 14 rojan  di karantînayê de bimînin."

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniya kir ku bi wan re bibin hevkar da ku Koronavîurs li herêmê dernekeve.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qDVt8ENWDtM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>