ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2020
13 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve di roja 22‘an de didome. Heta niha li herêmê nexweşên bi vîrusa Koronayê nehatine tesbîtkirin. Rêveberiya Xweser a ku heta niha desteka ji WHO‘yê negirtine bi derfetên xwe tedbîrên li dijî vîrusê didomîne. Lê hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê hewl didin vîrusê derbasî herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê tevî zor û zehmetiyan û topbarana artêşa Tirk a dagirker, karê xwe yê rojane û çandiniya xwe didomînin. Li gel hemû zehmetiyan û hovîtiya dewleta dagirker şênî bi israrin ku li ser axa xwe bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaneya Aloziyê bi çavekî mirovî nêzî kesên nexweş û yên ji derveyî tên dibe û rojane rewşa wan dişopîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Tenduristiyê ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê tedbîrên taybet ji bo 35 kesên ku leşkeriya neçarî bi dawî kirine girtine. Her wiha biryara qedexeya derbasbûna ji bo taxan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Tevî ku Tirkiyê bi Rûsyayê re lihevkirin pêk anîne, hêzên bi nakok ên bakurê Sûriyê di serî de dewleta Tirk şandina teqwiya leşkerî ji bo herêmê didomîne. Bûyer ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Di çarçoveya însyatîfên ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê radibin de, welatiyekî bajarê Hesekê diyar kir ku heta mehekê pereyên kehrebeyê ji şêniyan nastîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên patozan ên bajarê Hesekê dest bi sererastkirina patozan kirin.  Xwediyên patozan bang li aliylên têkildar kirin ku tevgera wan hêsan bikin û buhayê parçeyên guhertinan kêm bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA