Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve di roja 22‘an de didome. Heta niha li herêmê nexweşên bi vîrusa Koronayê nehatine tesbîtkirin. Rêveberiya Xweser a ku heta niha desteka ji WHO‘yê negirtine bi derfetên xwe tedbîrên li dijî vîrusê didomîne. Lê hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê hewl didin vîrusê derbasî herêmê bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî Koronavîrusê
13 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Vîrusa nû Korona naku (Covid-19) yekem car li bajarê Wuhanê yê Çînê di 17‘ê Cotmeha 2019‘an de hate dîtin. Destpêkê cîhan giraniyek mezin neda têkoşîna li dijî vîrusê û bi cidiyet mijar negirt dest. Vîrus di nava kêmtirî mehekê de li tevahî dewletên cîhanê belav bû û veguherî "Pandemiya global".

Heta roja yekşemê li seranserî cîhanê 110 hezar kes bi vîrusê mirin û derdora milyon û 800 hezar jî pê ketin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu nexweşên Koronayê nehatin tesbîtkirin.

 

JI BO VÎRUS LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DERNEKVE BI LEZ KETIN TEVGERÊ

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku vîrus Koronayê li herêmê dernekve bi lez ket seferberiyê, di vê derbarê de ta niha 44 biryar dan û tedbîrên ewlehî û tenduristî zêde kirine.

Rêveberiyê di 11‘ê Adarê de biryara hejmara 15‘an derxist, tê de girtina hemû deriyên sînor ên bi herêmênê rêveberiyê re ragihand.

Rêveberiya Xweser di 12‘ê Adarê de biryara hejmara 23‘an derxist. Li gorî vê biryarê hemû dibistan û zanîngeh dikevin betlanayê da ku rê li ber kombûnê were girtin. Her wiha navendên perwerdeyê dezenfekte kirin.

 

ŞANEYA ALOZIYÊ HATE AVAKIRIN

 

Piştî van herdu biryaran, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14‘ê Adarê de bi biryara 27‘an Şaneya Aloziyê bi armanca birêvebirina vê pêvajoyê ava kir.

Di roja 15‘ê Adarê de Rêveberiya Xweser biryara hejmara 28‘an da. Di vê biryarê de ragihand ku hemû navend û saziyên rêveberiyê 3 rojan tên girtin, da ku werin dezenfektekirin.

Pitre rêveberiyê tedbîrên hatine girtine asê kirin. Li gorî birayra hejmara 28‘an a ku di 19‘ê Adarê de dabû, qedexeya derketina derve li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

 

JI BER QEDEXEYA DERKETINÊ DESTEKDAYÎNA BI WELATIYAN

 

Ev biryar di 23‘ê Adarê de ket meryetê. Di vê çarçoveyê de tevahî deriyên sînor hatin girtin, çûn û hatine nava bajaran hate rawestandin, derketina derve hate qedexekirin, ji bilî dukanên madeyên xwarin, firne, nexweşxane, dermanxane û navendên tenduristiyê hemû dikan hatin girtin.

Di roja 25‘ê Adarê de rêveberiyê biryarek din derxist, tê de destûr da ku buroyên pevguhestina pereyan dikarin roja Înê buroyên xwe vekin.

Di 29‘ê Adarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyar da ku cenazeyên kesên ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku derbasî herêmê dibin, dê li goristaneke nêzî deriyê ku tê re derbas bûne werin veşartin, da ku vîrusê li herêmê dernkeve. Her wiha kesên bi cenaze re dê 14 rojan di karantînayê de bimînin.

 

JI BO XIZAN Û HEWCEDARAN ALÎKARÎ TÊN BELAVKIRIN

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di biryara hejmara 30‘î de, diyar kir ku dê di dema qedexeya derketina derve de madeyên xwarinê pêşkêşî malbatên ku debara xwe ya jiyanî li ser karê xwe yê rojan peyda dikin, bikin.

Di roja 6‘ê Nîsanê de Rêveberiya Xweser bi biryara hejmara 32‘an qedexeya derketina derve heta 21‘ê Nîsanê dirêj kir. Li gorî biryarê ji ber nêzîkbûna mewsimê çandiniyê dermanxaneyên çandiniyê û beyterî, dikanên firtona parçeyên alavên çandiniyê di saetên diyar de jî têne vekirin.

Rêveberiyê di biryara hejmara 33‘an de a ku 6‘ê Nîsanê dabû, ji bo barê welatiyan sivik bikin, fatoreyên paqijî, av û kehrebe 3 mehan betal dike.

Di heman dîrokî de, rêveberiyê li ser asta leşkerî biryara 34‘an da, tê de leşkerkirina di nava Hêzên Ekra Xweparastinê de rawestand.

Rêveberiyê di 6‘ê Nîsanê de biryara 35‘an da, tê de cezayên diravî û qanûnî ji bo kesên ku biryara qedexeya derketina derve binpê dikin, diyar kirin. Rêveberiyê di biryarê de bang li şêniyan kir ku biryaran bi cih bînin da ku Koronavîrus li herêmê dernekeve.

 

60 HEZAR ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ QEDEXEYA DERKETINÊ DIŞOPÎNIN

 

Bi armanca ku biryara qedexeya derketina derve baş bi rêve biçe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 60  hezar endamên xwe xistin tevgerê. Li gorî Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê Elî Heco biryara qedexeya derketina derve ji sedî 80 pêk tê.

Li gel qedexeya derketina derve, bergerî û xebatên xizmetguzariyê ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ve li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve diçin. Li gorî Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Josef Lehdo, xebatên paqijkirin û dezenfektekirina kolanên sereke û şaxê ku heta niha berdewam e.

Di warê tenduristiê de, Desteya Tenduristiyê bi tevahî kardoriyên xwe û beşên xwe yên giştî û taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêvajoyê re bûne bersiv. Desteyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, ekîpên tenduristiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tîmên xwe li tevahî deriyên sînor belav kirin.

Li aliyekî din desteyê bi koordîneya peymaneke Swêdî alava "KIT" ya keşifkirina vîrusa Koronayê de derxist. Her wiha navendên tenduristiyê yên taybet bi fehiskirina kesên gumana vîrusê li ser wan hene, ava kir. Desteyê di vî warî de heta niha 13 navendên tenduristiyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirine.

 

NAVENDÊN KARANTÎNAYÊ HATIN AMADEKIRIN

 

Desteya Tenduristiyê ji bo kesên ku ji derve tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên karantînayê vekirine. Kesên ku ji derveyî tê dê 14 rojan di van navendan de bimînin. Her wiha hin holên dawetan jî veguherî karantînay. Li gorî desteyê heta niha 8 navendên karantînayê hatine amadekirin.

Rêveberiya Xweser di 10‘ê Nîsanê de, piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê leşkerek ku leşkertiya wî bi dawî bibû û gumanê vîrusê li ser wî hebûn derbasî gundê Um El-Hoş ê Şehbayê kir, gund xist karantînayê.

 

HIKÛMETA SÛRIYÊ JIYANA ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIXE XETERIYÊ

 

Tevî van tedbîran lê şaştiyên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve derdikeve. Hikûmeta Sûriyê hîn jî balafirên rêwiyan ji Şamê derbasî bajarê Qamişloyê dike. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirekr nexweşên li Tirkiyê yên bi vîrusê ketine derbasî herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê û Girê Spî dike.

Li milekî din ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destekê dide hikûmeta Sûriyê û herêmên di bin serweriya Cebhet El-Nusra, lê ta niha destek nedaye herêmên Rêveberiya Xweser.

Hevserokê Desteya Tendurristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkatiyên WHO‘yê rexne kirbibû û gotibû ku ew bi rêxistinê re di nava têkiliyan de ne da ku alava PSR a pêşketî werbigirin.

ANHA