Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin

Girtiya bi navê Suheyla Taş: Di zindanan de tu tedbir ji bo rewşa kesên di di ber rîska vîrûsa Koronayê de ne nehatine girtin.

Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
Divê zindanên Tirkiyê di zûtirîn dem de werin valakirin
12 nîsan, 2020   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Koronavîrûs (Covid-19) a ku hemû cîhanê tehdîd dike, li Tirkiyê jî belav dibe. Heta niha gelek kes li Tirkiyê mirine. Yek ji qadên ku rîska belavbûna vîrûsê hildigire jî girtîgehin. Tê payîn ku eger vîrûs bikeve nava girtîgehan dê komkujî pêk werin.

Di girtîgehan de bi sedan girtiyên ku nexweşiyên wan pir giranin hene, li gel wê jî şert û mercên girtîgehan ne guncaw in. Eger mirov vê rewşê liberçav bigre, girtî li hemberî vîrûsê bê parastin in.

Ji bo rewşê girtiyan, malbatên girtiyan û saziyên sivîl bang kirin ku demildest girtîgeh werin valekirin.

Me di derbarê xeteriya vîrûsê li ser girtîgehan, pêkneanîna zagona înfazê ya wekhev, tedbîrên li hember xeteriya vîrûsê hatine girtin û hwd. hevpeyvîn bi girtiya bi navê Suheyla Taş, xwişka wê Alev Taş û hevseroka Federasyona MED'ê ya Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re (MED TUHAD-FED) Elîf Haran re çêkir.

Yek ji girtiyên ku nexweşiya wê ya kronik heyî jî Suheyla Taş e. Suheyla, bi hinceta ku “Endamê Rêxistinê ye” hatiye girtin. Di çarçoveya dozê de 9 sal ceza girtiye û ev 4 sale di girtîgehê de ye. Suheyla niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê dimîne. Suheyla, di dema hevdîtina telefonê ya heftane bi malbata xwe re axiviye, qala şert û mercên girtîgehê li hember vîrûsê kiriye.

 

TEDBÎR TUNE, AVA QIRÊJ DIDIN GIRTIYAN

 

Suheyla diyar kir ku li hember xeteriya Koronavîrûsê rêveberiya girtîgehê di hefteyê de carekî (hema xwe jê xilas dikin) girtîgehê dezenfekte dike. Suheyla got: “Li ser xwestekên girtiyan hefteyê de 2 caran ava germ didin. Rengê avê ji qirêjiyê zer e. Wê jî gardiyan bi zanebûn, cihek ku kamera bibine dixe şûşeyan û bi awayek ku kamera bibine datîne ber derî.”

Suheyla destnîşan kir ku alavên paqijiyê nadin girtiyan û kirîna wan jî hatiye qedexekirin û got: “Xwarin paqij nayên çêkirin. Xebatkarên girtîgehan bi destên bê lepik dest didin xwarinan. Tabîldotên ku binê wan qirêj datînin ser nan û paşê wî nanî didin me. Di aliyê paqijiyê de tu tedbir nayên girtin. Bi Koronavîrûsê re bihayê xwarinên li kantînê jî bilind bûye.”

 

DIVÊ DEMILDEST JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ BIKEVIN TEVGERÊ

 

Suheyla balkişand ser girtiyên ku nexweşyên wan ê kronîk hene û wiha dijrêjî da axaftina xwe: “Di qawîşa me de girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronik û temenmezin hene. Rêveberiya girtîgehê tu tedbîr ji bo van girtiyan negirtine. Di qawîşa li rex me de nîşaneyên vîrûsê hatine dîtin. Bi tû awayî bijîşk bi nexweş re eleqeder nebûn û ew dîsa şandin qawîşê.”

Suheyla Taş a ku beşdarî greva birçîbûnê ya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, dabû destêpêkirin bûbû. Suleyla 26’ê Kanûnê ketibû grevê û 156 rojan çalaki domandibû. Suheyla Taş bang kir ku divê herkes demildest ji bo girtiyên nexweş bikevin tevgerê.

 

‘EM LI SER GIRTIYAN DITIRSIN’

 

AKP û MHP’ê bi hevre ji bo berdana girtiyan sazkirinek çêkirin û girtiyên siyasî nexistin nava vê sazkirinê.

Xwişka Suheyla Taş, Alev Taş bertek nîşanî biryara AKP û MHP’ê da û got: “Divê girtiyên siyasî jî din ava vê zagonê de cih bigirin. Rewşa xwişka min û hemû girtiyan me ditirsîne. Hemû girtîgehên li Tirkiyê tijî bûne. Eger kesek bi vîrûsê bikeve ev tê wateya ku dê bandorê li hezaran girtiyan bike. Ev jî jiyana bi hezaran girtiyan dixe xeteriyê. Wek Suheylayê bi sedan girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronik hene, di bin xeteriyê de ne. Me di derbarê mijarê de daxwaznameyek ji wezareta Edaletê re şand, lê heta niha tu bersiv nehatiye. Em li ser rewşa hemû girtiyan pir ditirsin.”

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran rewşa dawî ya li girtîgehên Tirkiyê vegot.

 

NÊZÎ 200 GIRTIYÊN SIYASÎ DI GIRTÎGEHAN DE NE

 

Elîf bibîr xist ku di girtîgehên Tirkiyê de nêzî 10 hezar girtiyên siyasî hene û wiha axivî: “Di her temenî de girtiyên siyasî hene. Dema mirov li tecrîdên tên ferzkirin, cezayên hucreyan, îşkence, xwarinên nebaş, astengkirina mafê tenduristiyê binirxîne, ne gengaze ku meriv qala şert û mercên tendurist bike. Li gorî hêjmaran derdora 200 girtiyên ku nexweşiyên wan giran di girtîgehan de ne. Di girtiyên din de jî ji ber şert û mercên girtîgehan nexweşî tên dîtin.”

 

‘VÎRÛSÊ VEDIGERÎNIN FIRSETÊ Û TU TEDBÎR NAYÊN GIRTIN’

 

Elîf diyar kir ku di girtîgehên Tirkiyê de, di qawîşan de ji kapasîteya wan pir zêdetir girtî dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku di qawîşan de hêjmara girtiyan zêde ye nikarin tedbîrên mesafeya civakî û paqijiyê bigirin. Kontrolên tendurisiyê nayên çêkirin, alavên paqijiyê yên wek lepik, maske û dezenfektan nayên dayîn. Çawa ku ji derve vîrûs vegerandine firsetê di girtîgehan de jî bûhayê alavên paqijiyê giran kirine ew jî vegerandine firsetê.”

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê diyar kiribû ku ji bo girtiyan ji vîrûsê biparêzin dê hevdîtinan qedexe bikin û derketina xebatkarên di girtîgehan de asteng bikin. Elîf diyar kir ku ev tedbîr têrê nakin û wiha axivî: “Li hember vîrûsê tu tedbîrên cidî nehatine girtin. Xebatkarên tenduristiyê û leşkerên ku temasa wan ji derve nehatine qutkirin li ser tenduristiya girtiyan xeteriyê çêdikin.”

 

GIRTIYEK JI BER KORONAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

 

Elîf axaftina xwe wiha domand: “Eger li hember vîrûsê tedbîrên pêwîst neyên girtin, dê di girtîgehan de komkujî pêk werin. Li girtîgeha Bafra girtiyek ji ber Koronavîrûsê jiyana xwe ji dest da.”

Elîf agahiyên ku girtiyan ji malbatên xwe re ragihandine jî wiha vegot: “Di hinek girtiyan de nîşaneyên vîrûsê tên dîtin, lê li hember vê yekê tu tedbîr nehatine girtin. Wan dernaxin cem bijîşk, tedawî û destwerdana pêwîst lê nayên kirin. Li hemberî rewşek ku çêbibe tu odeyên karatînayê nehatine amedekirin. Li girtîgeha Şakran ê hinek bijîşkên ku testên wan pozîtîf derketine bi nexweşan re temas çêkirine. Ev rewş me pir ditirsîne. Li derve ewqas tedbîr hene û hîn jî mirov nikarin xwe biparêzin. Di şert û mercên girtîgehan de ne gengaze ku girtî xwe biparêzin.”

 

JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BÊ GIRTIN; DIVÊ DEMILDEST GIRTÎGEH BÊN VALEKIRIN

 

Elîf di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP û MHP’ê vîrûs wek firsetekî dîtin,  zagonek derxistin û girtiyên siyasî li derveyî wê zagonê hiştin. Ev biryar ne adil e. Li dijî pîvana wekheviyê ya Mekazagonê ye. Divê demildest sazkirina înfazê ya adil û wekhev bikeve meriyetê. Berpirsyariya ewlehiya jiyana girtiyan li ser dewletê ye. Divê hikumeta AKP û MHP’ê ji beriya ku jiyana girtiyan bikeve xeteriyê sazkirinên pêwîst bên çêkirin û di girtîgehan de li hemberî her rewşek ku çêbibe pêşî li komkujiyan bê girtin. Di serî de girtiyên nexweş û koma di bin xeteriyê de, divê hemû girtî werin berdan û girtîgeh bên valekirin.”

(bm)

 ANHA