Li navçeya Şedadê ceribandina çandina kemûnê

Hejmareke cotkarên gundewarên başûrê bajarê Hesekê yekem car bi sedan donim bi kemûnê çandin.

Li navçeya Şedadê ceribandina çandina kemûnê
Li navçeya Şedadê ceribandina çandina kemûnê
Li navçeya Şedadê ceribandina çandina kemûnê
12 nîsan, 2020   05:40
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên gundewarên başûrê kantona Hesekê debara xwe bi çandina genim, ceh bi awayekî bejî û avî tevî çandina pembo peyda dikin. Lê ji derdora 10 salan ve şêniyên herêmê pembo naçînin. Ji ber rewşên ku herêm tê re derbas bûne.

Îsal wek tecrube cotkaran bi desteka Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê zevî bi kemûn çandin. Da ku asta hilberînê binasin.

Cotkaran destpêkê serdana zeviyên kemûn li navçeyên bakurê kantonên Hesekê û Qamişlo mîna Dirbêsiyê, Amûde û Til Temirê kir da ku awayên çandina wê û eleqedariya pêwîst binasin.

Cotkarê bi navê Husam El-Ezîz ji şêniyên navçeya Şedadê ye destnîşan kir ku wî kemûn wek tecrubeya yekemîn di zeviyên xwe de çand, tevî çandina genim û ceh bi awayekî bejî. Genim û ceh wek elementên bingehîn ên çandinê li herêmê tên hesibandin.

El-Ezîz diyar kir ku dema wî li herêmên Dirbêsiyê û Amûde kar dikir, hizira çandina kemûnê anî herêmê. Her wiha bibîr xist ku ji bilî axa herêmê, derfeta çandina wê jî li herêmên başûrê kantona Hesekê heye û got: "Axa herêmên bakur ji axa herêmên me ji çandiniyê re baştir e. Tevî wê jî rewşa hawayê li wir şilî ye."

El-Ezîz bal kişand ser kur çandina kemûn li herêmên gundewarên Şedadê bi rêjeyekî bilind bi serket ji ber ku cara yekemîn e ku li herêmê tê çandin û wiha domand: "Zêdetirî 100 cotkarî zeviyên xwe bi kemûn çandin."

Li herêmên başûrê kantona Hesekê beriya 20 salan gelek hilberîn dihatin çandin jê kuncî, fistiq, sebze bi tevahiya cureyan, pembo û berberû û gelek hilberînên din. Lê qutkirina ava çemê Xabûr bandor li çandiniya herêmê kir.

(şx)

ANHA