​​​​​​​Evîn Cuma: Bernedana girtiyan li Tirkiyê mîna cezayê darvekirinê ye

Vîrûsa Koronayê her roj zêdetir li Tirkiyê belav dibe. Li gel vê xeteriyê jî dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî bernade. Evîn Cûma li ser mijarê got: “Ev tişta ku dewleta Tirk dike mîna cezayê darvekirinê ye. Bi taybet ji ber ku zindan cihên girtî ne û ciheke wisa ye ku Koronavîrûs pir bi hêsanî dikare lê belav bibe. "

​​​​​​​Evîn Cuma: Bernedana girtiyan li Tirkiyê mîna cezayê darvekirinê ye
12 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO-CİHAN BİLGİN-EHMED SEMÎR

Parlamantoya Tirkiyê di 7`ê Nîsana 2020`an de projeya qanûna serbestberdana girtiyan nîqaş kir. Da ku asta qerebalixa di zindanan de sivik bike û rê li pêşiya belavbûna Koronavîrûsê bigire. Ev proje li Tirkiyê bi awayekî mezin hate rexnekirin. Ji ber ku li gorî wê qanûnê tenê girtiyên sûcên cuda ji bilî girtiyên siyasî werin berdan.

Li gel belavbûna Koronavîrûsê li Tirkiyê bi awayekî bilez û xeter ku jiyana derdora 250 hezar girtî tehdîd dike, dewleta Tirk girtina her kesê ku siyaseta wê rexne dike, didomîne.

 

‘EV GAV TÊRÊ NAKE, JI BER KU GIRTIYÊN RAY ISTISNA DIKE’

 

Desthilatên Tirkiyê di vê dawiyê de ragihandin ku ew hewl didin qanûnekî saz bikin ku li gorî wê 45 hezar girtî serbest berdin. Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma got: ÎEv gav têrê nake, ji ber ku girtiyên ray istisna dike. Di serî de rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, parêzer, akademîsyan û siyasetmedar. Ev kes tenê ji ber karê xwe kirine hatine girtin û mafê xwe yê xwezayî bikar anîne.

Evîn wiha domand: “Ew in ên ku Tirkiye divê wan bê şert serbest berdin.”

Komên hiqûqî dewleta Tirkiyê hişyar kirin ku nexweşî bi hêsan di nav girtiyan de belav dibe. Ji aliyekî din ve Rêxistina Efû ya navneteweyî û herjmarek rêxistinên din bang li Tirkiyê kirin ku yekser bê şert rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û girtiyên din serbest berde. Her wiha parlamenter û hiqûqnasan bang kirin ku pêwîst e girtî li Tirkiyê bilez serbest werin berdan da ku bi nexweşiyê nekevin û girtîgeh veneguherin cihê belavbûna nexweşiyê.

 

‘DIVÊ GIRTÎ SERBEST WERIN BERDAN’

 

Evîn wiha dirêjî da axaftina xwe û got: “Dewleta Tirk ji aliyê parastina mafên mirovan û azadiyên giştî gelek paşde çûye. Bi zêdebûna hejmara girtiyan re ya ku 300 hezar girtî derbas kir, bi belavbûna nexweşiyê re, divê Tirkiyê serbestberdana wan di ber çavan re derbas bike. Bi taybet girtiyên ku nexweşiyên wan giran in. Dibe ku pergala parastinê ya wan girtiyan, zaîf be. Ji ber wê nexweşiyê zû vedigirin û bilez pêşdikeve. Divê desthilatdar bê şert girtiyên ku bi awayekî der qanûnî girtine berde di nav de kesên muxalif."

Evîn di vî warî de ev tişt zelal kir: "Ji bo welatek mîna Tirkiyê ku hejmara girtiyên ray, siyasetmedar, muxalif, rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan digihêje 100 hezar girtiyan, ew girtî di hawîrdorek ne guncew û ne tendurist de dijîn."

 

‘EV YEK BAŞEK JI CEZAYÊ YE’

 

Her wiha Evîn got: "Li her welatekî li gel belavbûna Koronavîrûsê, ger rewşa girtiyan di ber çavan re nehat derbaskirin, mirov nikare li hember dozên tenduristiyê yên giştî tê bikoşe. Mafê girtiyan heye ku ji her nexweşiyekê bên parastin. Her wiha rûbirûhiştina girtî bi nexweşiyê re ne beşek ji cezaya girtinê ye. Girîngiya vê rastiyê jî dema nexweşî kujer be zêde dibe."

Evîn bang li desthilatên Tirkiyê kir ku tenduristiya her girtiyek biparêzin û van bendan ji wan re peyda bikin:

-Peydakirina cihên ewle û tendurist ji tevahiya girtiyan re.

-Peydakirina eleqedariya tenduristî û derman bê berdêl.

-Girtina tedbîrên xweparastinê yên tenduristiyê.

-Peydakirina testan û wesîleyên keşfkirina nexweşiya Koronavîrûsê. Dermankirina nexweşan da ku asta xeteriya vegirtina vîrûsê kêm bikin û karantînayan peyda bikin.

-Nexweşan di girtîgehan de çi girtî yan jî karmend bixin karantînayan û derman bikin.

 

DIVÊ ÇAVDÊRÊN NAVNETEWEYÎ DERBASÎ GIRTÎGEHAN BIBIN

 

Di dawiyê de Evîn Cuma bang li desthilata Tirkiyê kir ku li gel belavbûna Koronavîrûsê deriyên girtîgehan û navnedên binçavkirinê li pêşiya çavdêrên navneteweyî vekin û got: "Divê hikumet rewşa girtîgehan baş bike û eleqedariya tenduristî peyda bike."

(şx)

ANHA