Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine derket 1101

Wezareta Tendurtiyê ya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 95 kes bi vîrusa koronayê mirin, hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine derket hezar û 101 kesî. Her wiha 5 hezar û 138 kesên nû bi vîrusê hatin tespîtkirin.

Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine derket 1101
11 nîsan, 2020   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine derket 52 hezar û 167 kesî.

Her wiha ragihand ku hejmara kesên baş bûne bû 2 hezar û 965 kesî, di nava 24 saetên dawî de 542 kes baş bûne.

Fahrettîn Koca diyar kir ku 33 hezar û 170 kes test çêkirine.