Li Hesekê tedbîrên nû yên li dijî Koronavîrusê

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê ji bo parastina sivîlan ji pandemiya Koronavîrusê gelek tedbîr girtin û navendên karantînayê amade kirin. Abdulezîz Mao piştrast kir ku alavên tenduristiyê yên di destê wan de kêm in.

Li Hesekê tedbîrên nû yên li dijî Koronavîrusê
11 nîsan, 2020   11:23
HESEKÊ - NAÎLA ABDULHEKÎM

Li seranserê dewletên cîhanê vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) belav bûye û da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav nebe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevaya bajar û herêman tedbîrên pêwîst girtin.

Rêveberiya Xweser dema qedexeya derketina derve dirêj kir, dewama li dibistan û saziyên sivîl sekinand, deriyên sînor girtin û dema kesek ji derveyî bajaran bikeve hundir, 14 rojan dikeve karantînayê.

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê bi hevkariya şaredariyan pêşî li belavbûna Koronavîrusê digire û hemleyên dezenfektekirinê dane destpêkirin û navendên karantînayê amade dike.

Li milekî din jî Gerînendetiya Tenduristiyê hîn jî şêniyan der barê paqijiyê, kombûn, teşxîskirina nexweşan û kesên derbasî nexweşxaneyan û karantînayê dibin, hişyar dikin.

Tevî kar û xebata gerînendetiyê lê hîn jî zehmetiya kêmbûna alav û navgînên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê dikişînin û rêxistinên navneteweyî alîkariyê nadin, her wiha NY jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dike. Pêwîstiya navendên karantînayê bi menfes û êşbiran heye.

Hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Abdulezîz Mao got ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê wan gelek bergirî girtine. Abdulezîz Mao bal kişand ser ku wan navend ji bo karantînayê veqetandine û dema haletên biguman hebin an bi vîrusê ketibin, yekser dê rakin van deveran, her wiha navendek, dibistan û holeke mezin  jî amade kirine. Mao da zanîn ku wan made, cil û alavên tenduristiyê amade kirine.

Abdulezîz Mao îşaret bi hewcedariyên wekî menfes, cîhazên teşxîskirinê (BCR) û gelek alavên din kir.

Di dawiyê de Mao got tedbîra herî girîng ew e ku şênî ji malên xwe dernekevin û heta niha kes li herêmê bi vîrusê neketiye.

(eh(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6j8OiEkvpys" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>