Wezîrên dewletên G20’an ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê li hev nekir

Wezîrên enerjiyê yên dewletên G20’an, ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê negihîştin tu peymanê. Piştî civîna wezîran bi daxuyaniyekê hat piştrastkirin ku dê saziyên enerjiyê piştgiriya xwe ya temam û berbiçav ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrusê dewam bikin, lê di daxuyaniyê de tu nîşaneyên peymana kêmkirina berhemdariya petrolê xuya nekirin.

Wezîrên dewletên G20’an ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê li hev nekir
11 nîsan, 2020   09:31
NAVENA NÛÇEYAN

Erbistana Siûdî ku ji yekemîn dewletên cîhanê ye ku petrolê difiroşe derve, bi rêya înternetê civînek bi rêxistin kir.

Wezîrên dewletên G20’an di daxuyaniya hevpar de ku îro (şemiyê) da, destnîşan kir ku ew pabendî  garantoriya dewamkirina piştgiriya saziyên enerjiyê ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrusê û geşkirina aboriya cîhanê ya dema pêş in.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Der barê tedbîrên berbiçav ji bo çareserkirina van mijaran de bi rêya rewşa awarte ya navneteweyî, em bi hevbendî kar dikin."

Li gorî AFP’ê, daxuyaniyê îşaret bi pabendbûna bi hemû tedbîrên yekser û pêwîst ên ji bo istîqrara sûka enerjiyê, kir.

Civîna wezîran bi rêya dîmenan pêk hat û dewletên birêxistinkirina firotina petrolê (OPEC) û hevalbendên wan gihîştin peymanekê ji bo kêmkirina berhemdariya petrolê ku welatê Meksîka piştgiriya wê yekê nekir û ji lew re nehat pêkanîn. Lê belê xuya ye ku peymana di navbera Amerîka û Meksîkayê de ji bo alîkariya Meksîkayê ji bo kêmkirina para xwe, astengiya nepêkanîna lihevkirinê ji holê radike.

Nûnerê Kanadayê û wezîrê berhemdariyên xwezayî Seamus Oregon di civînê de daxuyand ku wezîrên enerjiyê, daneyên der barê kêmkirina berhemdariya cîhanî ya madeyên xam de nîqaş nekirine. Seamus Oregon di civîneke çapemeniyê de bi rêya telefonê wiha got: "Nîqaşên îro li ser çareseriyeke piralî ji pirsgirêka guhertina buhayan, bûn. Me hejmar nîqaş nekirin. Mijar ne girêdayî hejmar û daneyan bû."

Seamus Oregon wiha dewam kir: "Di vê qonaxê  de, mijar girêdayî nîqaşa siyasî û pabendiya civîakî ya bikaranîna hemû alavên heyî ji bo başkirina istîqrarê ye. Me komeke xebatê ava kir ku dê erka xwe ewlekirina endamên ku bersivdayînê bi rêxistin bikin û der barê wê de raporê bidin. Dê ev kom di demeke nêz de bicive."

Wezîrê Kanadayê tekez kir ku civîna bi rêya dîmenan pêk hatî serkeftî ye û destnîşan kir ku dewletên G20’an, ewlehiya gel ferq dikin û aboriya wan girêdayî sûka enerjiyê ye ku bi awayekî baş û biistîqrar kar dike.

Seamus Oregon di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Amadebûna me ji kar re, hevkarî û komkirina daneyan ji bo pêkanîna istîqrarê, gaveke mezin e. Em hîna negihîştine cihê ku em dixwazin, lê ez bawerim ku berê me li aliyê rast e."

(cx)

ANHA