Dewleta Tirk kesên bi Koronavîrusê ketine derbasî Girê Spî dike

Çavkaniyên taybet ji hundirê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku artêşa Tirk dagir kirine, diyar kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê nehatine girtin û metirsiya belavbûna vîrusê di nav herêmên dagirkirî de heye.

Dewleta Tirk kesên bi Koronavîrusê ketine derbasî Girê Spî dike
11 nîsan, 2020   06:31
KOBANÊ

 

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Cerablus ê dagirkirî bi bîr xist ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) nehatine girtin, li gel vê yekê hemleyên dezenfektekirina bajar û bajarokan jî tune ne.

Çavkaniyan destnîşan kir ku metirsiya belavbûna Koronavîrusê li herêmên di bin serweriya artêşa Tirk de heye, nexweşxane û alavên tenduristiyê yên parastina ji vîrusê jî tune ne.

Li herêmên hatine dagirkirin, çûn û hatin zêde heye, tu biryarên qedexekirina derketina derve tune ne, her wiha gelek kes bêyî ku werin teşxîskirin bi rêya deriyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, derbasî van herêman dibin.

Li gorî çavkaniyên hikumî, dewleta Tirk di nava rêza 7’an a cîhanê ya Koronavîrusê de ye ku 40 hezar kes bi Koronavîrusê ketine, her wiha hejmara miriyan jî zêdetirî hezarî ye.

Duh hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid diyar kir ku artêşa Tirk kesên li Tirkiyê bi Koronavîrusê ketine, dişîne bajarê Girê Spî da ku li vir jî nexweşî berbelav bibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina ji Koronavîrusê deriyên sînor û deriyên nêzî herêmên dagirkirî girtine û ji 23’yê Adarê de qedexeya derketina derve ferz kiriye.

(eh)

ANHA