Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Parêzer û xizmên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10 nîsan, 2020   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber  Abdullah Ocalan, Mehemt Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dinç ji bo bi daxwaza hevdîtinê ya di navbera 13-17’ê Nîsanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî aktaş Melîhe Çetîn ên li Îmraliyê jî bi rêya parêzeran serlêdan kirin.

Malbatan di serdanê de xwestin ku bi rêya telefonê li gel xizmên xwe baxivin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê Adara 2015’an û vir ve tenê karîne 5’ê Hezîran, 12’ê Tebaxa 2019’an û 2’yê Adara 2020’ê bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Hamîlî Yildirim jî ji 15’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve ku biribû Îmraliyê  5’ê Hezîran û 12’ê Tebaxa 2019’an bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye.

Li ser fikarên piştî şewata li Îmraliyê derketibû û şûnde 2’yê Adarê hevdîtina dawî, ji ber kesê hevdîtin pêk bianîba nexweş bû hevdîtin li gel Hamîlî Yildirim re pêknehatibû.

Parêzerên Rêber  Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm bîlmez, Serbay Koklu jî ji bo di navbera 3-17’ê Nîsanê de li gel muwekîlê xwe hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan û şûnde 2’yê Adar, 22’yê Adar, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’ê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbû. Parêzer piştî 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve bi serdanên wan ne erênî û ne jî nerênî bê bersiv hatin hiştin.